Muxtarê taxa Çîftlîk a navçeya Rihayê Bêrecûkê, Emîn Ozturk bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin.
Muxtar Emîn Ozturk ê ku beriya bi du rojan hatibû destgîrkirin, doh derxistin Edliyeya Bêrecûkê. Wêneyê Newrozê ku Ozturk girtibûn jî di destê bêedaletiya Tirk de bûn delîlên sûc û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” Ozturk hat girtin. Ozturk şandin Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T ya Rihayê.
Hat zanîn ku beriya niha Ozturk ji kar tê girtin, dest datînin ser mohra wî û piştî demekê wezîfeya wî lê vedigerînin.
MA / RIHA