Navenda Ragihandi û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî şer û êrîşên dagirkeriya Tirk a 14`ê Cotmehê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da raya giştî û da zanîn ku 103 çete û eskerên artêşa tirk hatine kuştin û gelek maşînên zirxî hatine îmhakirin. Li bereyan hemûyan jî 50 şervan şehîd bûn.

Li aliyê din şer dewam dike. Esker û çeteyên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirinê ketine Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî li berxwedaneke xurt rast tên. Pêşî li Serê Kaniyê û li Girê Spî berxwedaneke mezin heye. Lê ji bilî vê, li Eyn Îsayê çeteyan gule li sivîlan reşand di encamê de, du sivîl şehîd bûn, yek jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker doh destê sibê gundên Siftek, Boban, Xorxirê û Şikeftê yên rojavayê bajarê Kobanê topbaran dike. Di heman demê de, QSD`ê hewldaneke dagirkeran ku dixwestin ji Cerablûsê derbas bibin, têk birin.

Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Cerablûsê, gundên Kobanê yên li qeraxa çemê Firatê topbaran kirin. Dagirkeran ji gundê Emarne yê başûrê bajarê Cerablûsê gundên Kobanê topbaran dikirin.

Li vir jî QSD`ê bersiv da û noqteyên çeteyan kirin armanc, û bi dehan ji çeteyan hatin kuştin.

 

ANHA/EYN ÎSA/KOBANÎ