Di merasîma vekirinê de hevserokê PYD ê Salih Muslim, hevseroka Meslîsa Rojava Sînem Muhammed, nûnerê KNK ê yê Almanya Kazim Baba, nûnerê Partiya Goran ê Berlînê Makî Amêdî, parlamentera Partiya Çep a Almanya (Die Linke) Ula Jelpke, dîroknas û helbestvan Dr. Gundî Dilberz, nunerê Asurî - Suryaniyan Dr. Yonan Shlamon  û girseyeke qelebalix amade bûn. Merasim li kuçeya Kîrchhof Str. jimare 10 an hate lidarxistin. Bendika bûroyê ji aliyê hevserok Salih Muslim û Sînem Muhammed ve hate birîn. Hevserokê PYD ê Salih Muslim bi munasebeta vekirina bûroya agahdariyê axivî û di axaftina xwe de balê kişand ser rewşa Rojava ku di bin tank û topên terorîstan de li ber xwe dide û banga xwedî derketina li rûmeta mirovahiyê kir.  Dû re hevserok Salih Muslim û Sînem Muhammed bersiva pirsên rojnamevanan dan.  Li dû civîna çapameniyê hevserokan bi gel û mêvanên ji partî û saziyên cûr bi cûr re sohbet kirin. Li vir jî nûnerê Asurî Suryaniyan Dr. Yonan Shlamon axivî û banga alîkariyê li cîhanê kir.


YEKO ARDIL/BERLIN