Li navçeya Berlînê Neukollnê bi mebesta danasîn û balkişandina ser girîngiya hilbijartinên giştî yên 7´ê Hezîranê li kolana Sonnenalê li pêş S Bahnê dezgeha agahdariyê hate danîn. Dezgeh saet 13.00´an hat danîn û rastî pêwendiyeke germ a  hawirdorê hat. Herwisa hat ragihandin ku ev xebatên dezgehan li 7 deverên din yên Neukollnê jî di heman demê de hatine destpêkirin.

Di standê de pankartên wek: ´Ji bo jiyana nû em di HDP´ê de bibin yek û bendan bişkînin´, ´Ji bo jiyana azad em dengê xwe bidin HDP´ê´ û ´Hin birîn di nav demê de jî xweş nabin´ herwisa namilkeyên agahdariyê yên bi Kurdî, Tirkî û Elmanî jî hatin belavkirin. 

Xebata dezgehê  ji aliyê komeke alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan HDP ê ve hate birêvebirin, di nav komê de Kurd, Tirk û Elman jî hene.

Li ser xebatên danasînê ya dezgeha HDP´ê yek ji rêvebera HDP´ê li Berlînê Nazan Hefker  got, "ev dezgeha me ya yekem e li Neukollnê; niha li 8 cihan ev xebata dezgehan û dayîna agahdariyan tê kirin. Em behsa HDP´ê dikin, behsa projeyên HDP´ê, behsa girîngiya hilbijartinê dikin û gelek bala mirovan dikişîne." 

Herçî Mustafa Ocalan e ku yek ji xebatkarên amadekariya hilbijartinan e û endamê Komeleya Kurd ya bi ser NAVDEMê ve ye jî, derbarê xebatên li navçeya Neukollnê de dibêje, "Gelên ku di nav wan de Tirk, Çerkez, Laz û wekî din jî hene cara yekem e ku wiha nêzîkê me dibin." Ocalan wekî din îfade kir ku dewleta elman jî tevî ku ev 15 sal in li vî welatiye mafê rûniştinê nadiyê ,navê wî û xebatên wî zên li komeleya ser bi NAVDEM´ê weke hêncet nîşan didi. 


YEKO ARDIL/BERLÎN