Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî - Berlînale (Internationale Filmfestspiele), ku yek ji festîvalên fîlman ên bi nav û deng ên cîhanê ye, roja Pêncşemê dest pê dike. Berînale, ku yekemcar di Hezîrana 1951’ê de pêk hat, piştî Cannes û Venedîkê weke yek ji 3 festîvalên fîlman ên herî girîng ên sînema cîhanê tê dîtin. Her sal bi qasî 400 fîlm li Berlînale tên nîşandan. Ev fîlm jî bi giranî li ser pirsgirêkên civakî yên li cîhanê, mijarên xweser û polîtîk in. Ji ber vê yekê, Berlînale di nava sînema cîhanê de bi nasnameya xwe ya siyasî derdikeve pêş. Di salên destpêkê yên festîvalê de ewilî fîlmên pêşbirkê dihatin nîşandan. Lê êdî xwedî gelek kategoriyên weke Pêşbirk, Panorama, Forûm, Berlînale Specîal , Generatîon, Perspektîve Deutsches, Berlînale Classîcs hene. Îsal jî wê di çarçoveya festîvalê de 399 fîlm werin nîşandan.  


 BERLÎN