Li Gara Salzgîterê… Xortê ciwan li trênê siwar bû, derbasî jûra xwe bû, di pencereyê re li derve nêrî. Kekê wî hê jî li wir bû, li bendê bû trên biçe û ew jî vegere. Destê xwe ji birayê xwe re hejand û di maneya ‘ êdî biçe’ de îşaret kir. Lê kekê wî xwe tev neda, werga bi hizreke kûr ve lê dinêrî, kêlîkek li hev nêrîn, dûre xizên bi hesinên trênê ket, leqiya û ket tevgerê. Destê xortê ciwan li hewa bû, rast û çep li ba dibû, dihejiya; bi xatirê te kekê Mihemed, bi xatirê te... Kekê wî di wê kêlîkê de bîra mirina xwe û ya tevahiya dinyayê dibir, lê ya birayê xwe yê biçûk ku nû per û bask pê ve dihatin û xwe ji bo firê amade dikir, nedibir.
Mihemed sibê gava rabibû, destê xwe avêtibû bişkoja televizyonê û pê re jî di cihê xwe de cemidîbû.. Serok Ocalan hatibû girtin û di nav destên dijminan de bû. Xortê ciwan ji nav nivînan hilpekiyabû û her du destên xwe dabû ber rûyê xwe, werga di nav mitalan de noq bûbû. Pirtre jî rabibû, xwestibû biçe Berlînê. Mihemed ti mane nedabû vê çûna ji nişke ve.
Roja din hevalekî telefon kir, got; Ahmet xuya nake. Kêlî li dû kêliyê xeberên cihê hatin, gotin li nexweşxaneyê ye, xulekek din jî gotin miriye...
Alî Tûmen wan rojan wiha bi bîr tîne: "Nehiştin em bi cenaze re biçin. Em neçar man cuda biçin. Ez heta gihiştim Eyranê veşartibûn. Min serokê xwe wenda kiribû, bi ser de jî heval, bira ku min ew di hembêza xwe de di xew re dikir, min dinya xwe wenda kir."
Kekê Ahmet Acar Kazim Acar: Ew roja reş bû belayê serê tevahiya Kurdan û me jî birayê xwe wenda kir. Ahmet welatparêz bû, pir nedizanî lê gelek hez dikir. Digot heta ji gundê me şehît dernekevin pêşketin çênabe. Me xwest em doza wan bişopînin lê nemeşiya. Parêzer got; nahêlin, tiştek ku em bikin nîne. Bi ser de gotin; we êrîş kiriye û hûn sûcdar in. Me xwe parastiye. Alman,Tirk û Îsraîliyan Kurd kirin qurbanî. Yê çûyî çû, ji xwe çare lê nabe, lê li navenda Ewropayê de ev barbarî li zora mirov diçe.
Eger qurban Kurd be, hiquq jî nayê dîtin. Polîsek dibêje; eger hûn gişt jî kuştibana dîsa jî kesî nedikarî tiştek bike. Alman deyndarê cihuyan in, nikarin tiştek bikin û nakin jî. Eger ji miletekî din bûna wê tiştek çêbûya. Yên lêxistiye çûye û yên mirî jî ji xwe terorist in, gelek kesên birîndar jî piştî xestexaneyê hatin girtin. 17 heval girtin, hind ji wan bêtirî salek jî di hundir de man. Dad û edalet li tu derekî nîne."
Kazim Acar bîranîn û layiqbûna şehîdan bi bilindkirina doza aştiyê binav dike û wiha diêje : "Em serbilind in helbet, xwefidakirina ji bo gel mirineke bi rûmet e, barê me jî girantir dike. Em jidil aşîtiyê dixwazin bila kesên din nekişîne. Em nabêjin em jî bikujin û bila zarokên kesên din jî bimirin. Ew êşek e pir cuda ye.
Çiqas doz bi pêş dikeve mirov ewqas jî dilşad dibe, niha her sal geştir dibe.
'Meşa azadiyê didome'
Heval û dostê Ahmet Acar Alî Tûmen jî têkildarî wê rojê van agahiyan dide: "Tim di aqlê wî de doza welat hebû, hişê wî li ser doza Kurdan bû. Gava ku xebera Serok jî bihîst sekin pê neket.
Gava tê Berlînê jî diçe komeleyê û ji wir jî derdikevin diçine konsolosê. Di encama vê komkujiyê de Ahmet Acar, Mustafa Kurt, Sinan Karakuş û Sema Alp hatin qetilkirin. Ji bo Kurdan rojeke reş bû, bêtir tarî bû.
Dijminên Kurdan bawer dikirin ku êdî Kurd nema dikarin pişta xwe rast bikin, lê wisa neçû. Kurdan dest bi nivîsandina rûpelên nû kirin, dastanên bêhempa hatin honandin. Ev meş îro jî bi ked, xwîn û raperîna Kurdistanê berdewam dike. Îro bajarê dastanan Kobanê li mirovahiya pêşverû diyarî dikin.
YEKO ARDIL/BERLIN