Yekitiya Malbatên Kurdistanê (YEKMAL) ku ji 25 salan ve li paytexta Almanya Berlînê xebat û xizmeta malbatên Kurdistanî dike, ji bo ziman û perwerdehiya bi Kurdî di dibistanên Eyaleta Berlînê de bi awayekî fermî bê qebûlkirin xebata xwe ber bi dawiyê ve dibe. 

Derbarê babeta perwerdehiya bi Kurdî an jî fermîkirina wê de berpirsyara YEKMAL’ê Gunay Darici banga xwedîderketinê li malbatên Kurd kir û got: “Niha dora me ye, divê em Kurd jî bidin nîşandan ku em çiqas dixwazin zarokên xwe bi Kurdî perwerde bikin û li zimanê xwe xwedî derdikevin.”

Projeya perwerdehiya fermî ya bi Kurdî ku ji aliyê tevahiya sazî, rêxistin û derdorên Kurdistanî ve jî tê destekkirin li Berlînê ber bi dawiyê ve diçe. Serkêşiya daxwaza perwedehiya bi Kurdî ji aliyê YEKMAL’ê ve tê kirin û hêjayê gotinê ye ku di bin banê vê saziyê de hêlîneke zarokan ji du sal e bi du zimanî (Kurdî û Almanî) di xizmetê de ye.

Herwisa berpirsyara YEKMAL’ê Gunay Darici û beşdarên projeya perwerdehiya fermî ya Kurdî ya li Berlînê derbarê xebat û hewldanên xwe û rewşa dawî ya projeya perwerdehiya bi Kurdî de ji rojnameya me re axivîn.


Avakirina Hêlîna Zarokan

YEKMAL di di sala 1993’an de ji aliyê dê û bav û hindek jî pedagogên Kurd ve ji bo alîkarî û xizmeta zarok û malbatên Kurd bi awayekî fermî û bi navê Kurdistanê hatiye damezirandin. Her çiqas di navenda plansaziyê  de Kurd û Kurdistanî hebin jî, YEKMAL alîkariya kesên ji netewe û çandên din jî kiriye.

Pêvajoya avakirina Hêlîna Zarokan a di bin banê YEKMAL’ê de Darici wiha peyivî: “Di sala 2014’an de me xebata xwe ya perwerdehiyê bi vekirina hêlîna zarokan re gihand asteke bilind. Niha bi navê PÎYA hêlîna me bi awayekî Kurdî û Almanî kar dike, di hêlînê de 25 zarok perwerdeyê dibînin. Em ê di pêş de ji bo dê û bavên zarokan jî perwedeya Kurdî bidin, ev jî ji bo têkiliyeke têqûztir ya di navbera zarok û malbatan de pir girîng e.” 


YEKMAL berpirsyarî girt ser xwe

Li gelek eyalet û bajarên Almanyayê perwerdehiya bi Kurdî heye lê li Berlînê heya vê gavê ev pêknehatiye. Li ser vê yekê berpirsyara YEKMAL’ê Gunay Darici wiha axivî: “Helbet sedemên cûr bi cûr hebûn ku yek ji wan jî hûqûqî bû. Ev du sal in danûstandinên me bi aliyên siyasî û bûrokratîk re dimeşin. Me li parlamena Berlînê civîn çêkir. Hemû komele û saziyên Kurdan YEKMAL’ê wek navnîşan û berpirsyar qebûl kirin û me jî berpirsyariya vî karî girt ser xwe. Aliyê herî erênî ya vê geşedanê jî ev bû ku tevahiya Kurdan bêyî ku siyasî bifikirin hatin cem hev. Komeleyên başûrî jî destek didin. Herwisa têkiliya me bi senatoya Berlînê re berdewam e, ew jî dibêjin divê hûn bi riya konsolosa Tirkan têkilî deynin, da ku hûn bikarin ji Tirkiyeyê mamoste û hwd bînin. Her çiqas baweriya me bi wan nebû jî me ji wan re nivîsand, lê bersiv nedan me. Em ê cardin bi senatoyê re rûnin û pêşniyazên xwe pêşkêşî wan bikin. Pirsgirêkeke din jî ev e ku hejmara girseya Kurdan a li Berlîne jî ne diyar e; nayê zanîn ka çiqas zarok hene û daxwaz di çi astê de ye. Lê ev jî barekî dixe ser milê sazî û dezgehên me. Nexasim malbatên me divê li hemberî derfeteke wiha bi dilgermî nêzîk bibin. Em bidin nîşan ku ev daxwaz ne bi tenê di gotinê de ye, em jî wek milet û gelên din ji dil û can ziman, çand û navnameya xwe dixwazin.”


YEKO ARDIL/BERLIN