
YEKTA ARDIL / BERLÎN
Li navenda Meclîsa Gel a Berlînê ango NAVDEM Berlînê li gel xebatên siyasî yên çandî û hunerî jî didomin. Di bin sîwana navendê de xebat û hîndekariyên muzîk, govend, tembûr û hwd. jî tên dayîn. Di kursa tembûrê de niha hejmara şagirtên ku ji aliyê mamoste û hunermend Bengî Agirî ve tên perwedekirin gihiştine 13 an. Şagirtên beşdar sedemê tercîhkirina kursa tembûrê ya li komelê wiha rave dikin: Em naxwazin biçin kursên dîtir, lewre em li vir hem fêrî lêxistina tembûrê dibin, hem jî çand û zimanê xwe jî bi pêş ve dibin. Eger em biçin kursên miletên din belkî em fêrî tembûrê bibin lê emê ji ziman û çanda xwe bibin.
Em bi sedemê serdana kursa tembûrê ya li navenda Meclîsa Gel a Berlînê ku li Resîdenz Str. 54’an kar dike li şagirt û mamoste Bengî Agirî bûne mêvan û me guh da merêm û daxwazên şagirtên vê gavê û belkî hunermendên siberojê.
Li gel mamosteyên xwe bi kêf in
Ji şagirtan Asrîn Atmacaya ku diyar dike ew naxwaze bi Tirkî stranan bêje wiha diaxive: “Ev pênc meh in ez tevli kursê dibim. Em hefteyê carek rojên pêncşemban saet di 18.00 an de tevli kursê dibin. Berê jî ez çûm kursekê, min xwest ez bi stranên Kurdî fêrî enstrûmanê bibim. Ez naxwazim Tirkî bêjim ji zimanê xwe hez dikim. Em her hefte fêrî du stranan dibin. Em bi mamoste Bengî re pir bi aheng kar dikin, hezkirina ji mamoste jî dike ku em di kursê de bêhtir serkeftî bin.
‘Dixwazim tevlî şevên gelê xwe bibim’
Şehrîban Ekîncî jî tine ziman ku hevala wê Asrînê ew ji hebûna kursê agahdar kiriyê wiha diaxive: “Ez gelek hez ji huner û bi taybetî ji tembûrê dikim. Ya rastî ez dixwazim di pêş de tevli pîrozbahiyên Newrozê yên mezin bibim, di şevên gelê xwe de jî derkevime ser dikê. Niha em wek Kurdên Berlînê di govend û hunerê de pir bi pêş dikevin. Eger tu hunermenda di dilê min de pirs bikî, dikarim navê Rojda bêjim û Aynûrê jî pir diecibînim.
Şagirtek din jî ya bi navê Zîlan Demîrkol xwesteka xwe ya sereke diyar dike û dibêje: “ Ez ne tenê ji bo fêrî tembûrê bibim, xwesteka min ya esasî zimanê xwe jî xurt bikim û çanda xwe jî bi pêş bixim. Ji ber mamosteyê me di warê Kurdî de gelek dewlemend e, em dikarin piralî jê feyde bibînin. Ez di ber de li kursa govendê jî dewam dikim û di Meclîsa Jinan de cih digirim û beşdarê xebatên meclîsê jî dibim. Banga min ji hevalên jin re ev e ku xwedî li çanda xwe, li gelê xwe derkevin. Di bin sîwana komeleyên me de niha gelek derfet hene, mirov dikare xwe piralî perwerde bike û bi pêş bixîne. Divê em li Kurdîtiya xwe xwedî derkevin.
Ji Rojava û Başûr jî şagirt hene
Karker Harikî (Ji Başûr): “Ez ji başûrê Kurdistanê me. Li welat jî mêla min li ser hunerê bû, lê li wir me ev derfet nebûn. Piştî hatim Ewrûpayê dem bi dem tevli kursan bûm. Daxwaza min jî ev e ku wek mamoste û hozanên me yên ku bi deng û hunera xwe xizmeta gelê xwe dikin, ez jî xizmetekê bikim. Mirov dikare bi riya hunerê jî xizmet bike û navekî mayînde li dinê bihêle.”
Eymen Mûsa (Ji Qamişlo): “Ji zarokatiyê ve her keyfa min ji tembûrê re dihat. Lê kesekî alîkariyê nebû. Di jiyana wê demê ya li Rojava de ji xwe ew dema me jî nebû. Niha li vir ev derfet heyîn, ez jî dixwazim bi hevalan re fêrî tembûrê bibim. Ev sal û nîveke li vir im. Ya rastî hunermendî û navdarî jî di hişê min de nîne. Ez dixwazim fêrî enstrûmanê bibim.”
Ozgûr Işik: “Berî deh salan ez bi qasî sê salan çûm kursa tembûrê. Min navber dayê. Lê gava min bihîst li navenda komeleya Kurd ev xebat tên kirin ez jî hatim û li gel hevalan beşdar bûm. Dixwazim bêjim ev kurs û xebat ji yên dîtir gelek cihêreng û xweşik in, lewre em li mala xwe û bi zimanê xwe fêrî hunerê dibin. Banga min li hemû hunerhezan ev e ku li gel me tevli xebatên tembur, govend û hunerê bibin.”