Civata Rewşenbîriya Azad kongreya xwe ya salane ya asayî li dar xist. Di encama hilbijartinê de serokê berê yê civatê siyasetmedar Kurmanc Harîkî, rêveberê berê û nûnerê êzîdî Tariq Hasso, rojnamevan Yeko Ardil û siyasetmedar Siyamend Harîkî ji bo desteya rêveber a nû hatin hilbijartin.

Li paytexta Elmanya Berlînê Civata Rewşenbiriya Azad ku ji sala 2009 an ve komcivîn û xebatên çandî û rewşenbîrî pêktîne kongreya xwe ya salane ya asayî lidar xist. Di kongreyê de li gel rêveberên civatê 26 kes jî amade bûn. Her wisa di kongreyê de rapora xebatê ya salane ji aliyê siyasetmedar Kurmanc Harikî ve hat xwendin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di tevahiya sala buhurî de bi giştî 46 semînar û 4 mêzgerd hatîn lidarxistin û ev jî ji aliyê civateke ne fermî û ji xweber ve serkeftineke hêja ye.

Gotar bên berhevkirin û wekî pirtûk bên çapkirin

Harîkî herwisa di axaftina xwe de diyar kir ku ji Başûr, Bakur û Rojava û Rojhelat gelek kesayetên di zanistiyê de xwedî sertîfîka û ezmûn bi gotarên xwe beşdarî civata wan bûne.

Di dawiya kongreyê de biryara tomarkirina dengî û nivîskî ya babetên gotar û semînaran hat girtin. Li gorî biryarê di dawiya salê de wê ev gotar wek pirtûk bên çapkirin û diyarî ji bo pirtûkxaneya Kurdî bête kirin.

 Kombûnên civatê her çarşem saet di 19.00 an de li xwaringeha Anatolya ya li Moritz straße. 11/A   - 13597 Berlin tê lidarxistin.


 BERLÎN