Li paytexta Elmanyayê Berlînê bi hevkariya YEKMAL û Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad hefteyê du rojan ji bo du astan dersên Kurmanciyê tên dayîn. Mamosteyê kursê Baran bang li Kurdistaniyan dike da ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

YEKO ARDIL / BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, Kursa zimanê Kurdî di du beşan de dewam dike. Kursa ku bi beşdariya 15 şagirtan pêk tê, hefteyê du rojan (sêşem û înê) tê lidarxistin. Mamosteyê kursê Baran bang li kurdistaniyan dike da ku hînî zimanê xwe bibin û ji wan re dibêje, her netewe, her gel bi zimanê xwe xweşik, delal û rind e.

Li paytext Berlînê li gel saziya malbatan YEKMAL´ê, Navenda Civaka Kurdistaniyên Azad a Berlînê jî di bin sîwana meclîsê de xebatên çandî û zimanî dewam dikin.

Bi vê mebestê, par di bin rêveberiya mamosteyê zimanê Kurdî Firat Esmez (Baran) de kursa Kurdî hatibû destpêkirin. Kursa zimanê Kurdî ku piştî êrişa dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li ser Rojava ji bêgaviyê rawestiyabû, serê salê bi beşdariya 15 şagirtan, ji nû ve dest pê kir.

Derbarê kursa zimanê Kurdî ya li Berlînê de mamoste Firat Esmez (Baran) got, “Me piştî rawestineke demkî, careke din bi beşdariya 15 şagirtan kursa Kurdî ya Kurmanciyê da destpêkirin. Kursa me di bin sîwana Civaka Kurdistaniyên Azad de tê lidarxistin. Lewre ew jî di nav çarçoveya xebatên meclîsê de ye.

Em dizanin ka çawa li welêt zimanê me di bin xetereyê de ye, li vir zêdetir ev xetera asîmîlasyonê heye. Hevalên ku bi Kurdî dizanin lê xwendin û nivîsandina wan qels e û yên ku qet nizanin tevlî van xebatên me dibin. Ev kursên me hefteyê du rojan û bi qasî du saetan tên lidarxistin.”

Zimanê Kurdî weke nên pêwîst e

Mamoste Baran bi îhtîmam bang li xelkê Kurd ê li Berlînê kir da ku xwe Kurdiya xwe baş bikin, yan jî xwe fêrî Kurdî bikin û wiha peyivî: “Em li bendêne ku gelê me yê li Berlînê dijî bi hestiyarî nêzîkê babeta ziman bibin û weke nan û avê pêwîst bibînin. Lewra çerxeke helandinê ya kapîtalîst gelê me bi awayekî dijwar dihelîne. Divê yên bi Kurdî hindikî dizanin, baştir hîn bibin û yên nizanin jî tevli perwerdeyê bibin. Ji bo her du beşan jî xebatên me didomin. Divê her mal û warê Kurdan veguhere sinifekê yan jî dibistanekê.”

Kurd bi zimanê xwe delal û rind in

Mamoste Baran ji ber elaqeya Kurdan a kêm gazinên xwe jî kirin û got, “Balkêş e ku gelê me yê li dîasporayê li kîjan welatî bimîne ji neçarî jî be fêrî zimanê wî welatî dibe, lê bi zimanê xwe yan hindikî dizane û bi kar tîne, yan jî qet elaqeder nabe. Lê divê neyê jibîrkirin ku her netewe û gel bi zimanê xwe xweşik e. Kurd jî bi zimanê Kurdî xweşik, delal û rind in.”

Xwînerên me yên li Berlînê hûn dikarin zarokên xwe bişînin kursa Kurdî. Wekî din heger cîranên we, hevalên we yan kesên ku dixwazin Kurdiya xwe baş bikin, yan jî kesên dixwazin hînî Kurdî bibin, hebin, pêşniyazî wan bikin bila biçin dersên li komeleya Kurdistaniyan a li Berlînê. Kesên dixwazin dikarin herin navnîşana li jêr û xwe li kursan qeyd bikin:

Navenda Kurdistaniyên Azad

Residenz Str. 54 13409 Berlin