Pêşengeha bi navê “ Sara, Rojbîn û Ronahî” ji aliyê Komeleya Jinan a DEST DAN ve li KOMEL e.V. yê hatiye vekirin. Di vekirina pêşengehê de dayîka Sakîne Zeyneb, bavê wê Îsmaîl Cansiz, xwişkên wê Zekiye Alkan, Edalet Alkan û gelek kes amade bûn. Di pêşengehê de dema ku dayîka Cansizê wêne maçî kir kêliyên xemgîn rû dan.


Ji 62 wêneyan pêk tê

Di pêşegeha ku bi giştî ji 62 wêneyan pêk tê de ji bo Cansiz, Fîdan û Leyla beşên cuda hatine amadekirin. Beşê ku ji bo Sakîne Cansiz hatiye veqetandin, wêneyên zarokatiyê, yên salên ciwantiyê, wêneyên girtîgeha Amedê û yên di dema gerîlatiyê de tên nîşandan. Di pêşengehê de nameyên ku Cansizê di girtîgeha Amedê ji bo malbata xwe û hevalên xwe şandine, cih digre. Di beşa ji bo Fîdan jî hatiye amadekirin de, wêneyên ku di çalakiyan de, girêvên birçîbûnê û konferansan de hatiye kişandin, cih digre. Wêneyên Leyla Şaylemez yên zarokatiyê, dema ciwantiyê û salên têkoşînê tên nîşankirin.

Ev kuştinek bi şewat bû

Bavê Cansizê Îsmaîl Cansiz di vekirina pêşnegehê de axivî û diyar kir ku di nava 40 salan de li Kurdistanê bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dane û got: “Wek gel di nava vî şerî de 40-50 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Lê ev komkujî gelek bi kirêt û xayin bû. Ji ber vê yekê divê bê ronîkirin.” Îsmaîl Cansiz ji ber nedîtina kujeran nerazîbûn nîşan da.

Dilsoziya bi wan re

Bavê Cansizê Îsmaîl Cansiz ragihand ku divê ku mirov li pey vê komkujiyê negirî û wiha pêde çû; “Bi girînê pêşî li êşên me nayên girtin. Tenê dema komkujî hat ronîkirin, kujer hatin diyar kirin û hesab ji wan hatin pirsîn wê demê pêşî li êşên me tên girtin. Ev jî bi têkoşînê dibe. Pêşengeha “Sara, Rojbîn û Ronahî“ heta dawiya meha Çile wê li komeleya KOMEL e.V ya li  navnîşana Burgsdorfestr 1’ê vekirî be.

ALI GULER/BERLIN




Komkujiyek bi plan

3 jinên şoreşger ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Almanya Kolnê hatin bîranîn. Meclîsa Jinê ya Viyan a li Kolnê, ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez û Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan çalakiyeke bîranînê lidar xist. Bîranîn li Mala Kurdan bi beşdariya bi sedan mirovan pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser navê tevgera jinan Jînda Denîz axaftinek kurt kir û got, "Di komkujiya Parîs’ê de bi awayekî plansazî tevgera jin hedef hatiye girtin. Ev komkûjî, li dijî jinên Kurd ên dixwazin azad bibin hatiye kirin û ji bo şikandina vîna jinê hatiye meşandin."
Dûre li ser navê malbatên şehîdan Şengê Dêrsim peyivî û got, "Yên ku her şêweyên komkujî û qirkiriyan ji me re rewa dibînin, wê roj were hesab bidin vî gelî. Gelê Kurd wê ti carî li pêşberî van komkujiyan paşve gavan neavêje." Berdevka Meclîsa Jinan a Viyan Şehrazat Amed jî di axaftina xwe de got; “Jinên Kurd ji bo bigihêje van rojan gelek berdêl dane. Eger em naxwazin carek din komkujiyeke bi vî rengî pêk were, divê li her cihê em lê bin xebatên jinan bêhtir bên xurtkirin.”  
Piştî axaftinan, sînevîzyona bi mijara Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez hat nîşandan û çalakî li dû temaşekirina sînevîzyonê bi dirûşman bi dawî bû.

KOLN