Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî dengdayîna referandûmê ya dîrokî li dar e. Ev dengdayîn di gelek xal û waran de dîrokî ye, lê ya herî ku dê behsa wê bê kirin jî li gel navê dengdayîn û referandûmê jî bê edaletiya li ser hatî ferzkirin e. Li aliyekî diktator, derdorên wî û tevahiya derfetên hundir û derve yên dewletê, li aliyê din jî reqîbên dest û ling girêdayî, zindanîkirî û di bin zexta herî dijwar de li dijî hevdu têdikoşin.
Li pêş konsolosxaneya Tirk a Berlînê komên rojnamevanan li hev dizivirin. Pirsa rengê dengên wan ji hilbijêran dikin û pê ve girêdayî sedemên dengên wan jî pirs dikin. Jineke navsere ya bi destê keçika xwe ya xama girtî dibêje: ‘Min Erê da, lewre ji bo siberoja welatê me bi xêr e û dê welatê me bibe welatekî bihêz yê cîhanî û dewam dike, min keça xwe jî anî, ezê ya din jî bînim. Ev li ser me ferz e, wek deynekî dînî ye. Divê her kes jî were û dengê erê bide. Baş e, ev çardeh sal in ji bilî şer, pevçûn, xwîn, girtin, talan û koçberiyê û bi ser de jî bê îtibariya di qada navnetweyî de çi pêşketin pêkhatine ku tu hinde bi arezû parastina wî dikî? Ha! dibêje rojnamevanî. Min zanî tu jî Na-parêz î! Ji çavên te diyar in. Ferq nake xanimê, wek rojnamevanek li gel te me, fermo bêje. Tirkiye gelek bi pêş ket lê nehiştin li hundir û derve xayîn derketin, êrîşê serok-komar kirin, êrîşê dewletê kirin. Ma tu nizanî me çiqas şehîd dan? Baş e, yên êrîşkar û ew heta demek berê jî di hembêza hev de bûn û wan pêkve dewletê bi rê ve dibirin, ev çawa dibe? Hêrs dibe xanima dîktatorperest û dibêje: Hûn çi jî bêjin emê heta dawiyê li dû wî bin. Baş e ev hinde zarokên ku bîlesedem di şerê hundir û derve de hatin kuştin, ma ev jî ne guneh in, ew jî ne kezebên dayîk û bavan in? Wan ji bo siberoja welat û rûmeta gel canê xwe feda kirine, ev wezîfe bê ser kî ji me emê bi xwe û zarokên xwe ve amade bin. Bê şer ti welat pêşnakeve! Dibêje û dev davêje Ewrûpiyan: Niha dewletên Ewrûpî çi bêbextiyê bi me re dikin, hemû jî dewletên faşîst in. Nexwe hûn çima li van welatan dijîn? Wan gazî me kir, me ev welat ava kirin, em çima nejîn? Hûn çend sal in li vir in? Sihû yek sal in. Hûn dizanin ku Elmanya piştî sala 1970 yî got; êdî bila karker neyên, em nema dixwazin û li gel vê jî %90 ji Tirkên vê derê piştî vê biryarê bi riyên cûrbicûr hatine? Xanima dîktatorperest teng dibe û wiha dibêje: Divê tu nanê gawirî bixwî û şûrê xwe bihejînî, felsefeya me ev e. Ez nema dixwazim bi te re biaxivim. Min hizra te fêm kir.
Li aliyê din jin û mêrek jî ji rojnameyan re diaxivin. Pêşî pirsa navê rojnameyê dikin. Gava Polîtîka Azad dibihîsin, yekser dibêjin: Na, em naxwazin bi we re biaxivin. Xem nake, rengê dengê xwe bêjin. Erê yan Na. Jina porvekirî û li gel ya gava din nûjen xuya dike, dibêje: Na. Madem Na ye hûn çima li gel me qise nakin? Em ji we cuda ne, em neteweperest in, hûn parveker in. Xem nake, sedemê Na ya we çi ye? Em naxwazin qedera 80 mîlyonî bikeve destê kesekî, em komarparêz in û alîgirê jiyana nûjen in. Baş e hûn jî em jî dibêjin Na, li gel vê jî hûn çima xwe hinde dûr dikin? Em û we ne yek in, hûn dixwazin welatê me perçe bikin û heta dibe ku hûn dengê Erê jî bidin, em bi we ne bawer in. Na lê..Gelo kê di hilbijartina serok-komariyê de namzetê faşîst û nijadperest destek kir û kê mafên destnedana parlamenteran pêkve rakir? Dengê xwe nake. Dor tê ser koma jin û mêran yên Kurd. Ka ev çi dibêjin. Peyva destpêkê ya dihê bihîstin ev e: Ji bo şer bi dawî bibe û biratiya gelan pêkwere em dibêjin: Na. Ji bo azadiya Kurdistanê em dibêjin: Na. Bila xwîn raweste!...Fermo ji we re sê nêrînên cihê.