Ji bo xwedîderketina li çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Elmayayê Berlînê, mîtîngek hate kirin.
Mîtînga li meydana Brandenburger Tor a li ber avahiya Parlamena Federal û gelek sefaretxaneyan, ji aliyê Jinên Ciwan ên Berlînê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate organîzekirin. Saziyên Kurd ên li Berlînê jî piştevanî da mîtîngê.
Di mîtîngê de pankarta li ser ‘li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan, 7 hezar kes di greva birçîbûnê de ne û 30 kes jî di rojiya mirinê de ne’ nivîsandî hilgirt û wêneyên berxwedêrên di grevê de nîşan dan.
Di mîtîngê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin jiyan azadî’ hatin gotin.
Di mîtîngê de daxuyaniyek jî hate dayîn, hate diyarkirin ku her kesên li hemberî rojiya mirinê û greva biçîbûnê bêdeng e, berpirsiyar e ji mirinên muhtemel.
Di daxuyaniyê de banga hestyariyê li raya giştî hate kirin.
ANF / BERLÎN