Kurdistanî û dostên wan ji bo meşê li Hermannplatzê hatin cem hev û pankarta bi nivîsa “Rojava ne bi tenê ye!”, “Her der Rojava ye” vekirin. Li dû deqeyeke rêzgirtiNê Serokê Komeleya Rojava li Berlînê Suleyman Hacî axaftinek kir û diyar kir ku êrîşên li dijî Kantona Kobanê bi hefteyane dewam dikin. hacî got, “Bi navê Misilmantiyê azadiya me qetil dikin. Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku piştevaniya bi Rojava re bilind bike.”
Nûnerê PYD’ê li Berlînê Dr. Gundî Diberz jî da xuyakirin ku li Rojava sîstemeke hemû gel û baweriyan hembêz dike hatiye afirandin û got, “Gelê Kurd jî mîna hemû gelan azadiyê dixwazin. YPG, YPJ û gelê me ji bo vê yekê bi lehengî têdikoşin.” Di axaftina li ser navê ATIF’ê de jî hat ragihandin ku Tevgera Neteweyî ya Kurd li Rojava bi dayîn berdêlên giran têkoşîneke bi rûmet dimeşîne û hat gotin, “Li dijî êrîşên ji T.C. û paşverûyên din ên herêmê destekê dibînin, divê em bi gelê Rojava re di nava piştevaniyeke enerjîk de bin.” Meş bi mîtîngek li Kreuzberg Oranienplatzê bi dawî bû.
Kurdên li Belçîkayê dijîn, ji bo piştgiriya xwe ya ji Kobanê re nîşan bidin meşek li dar xistin. Endamê PYD’ê Dara Ahmet ê tevlî meşê bibû li ber Parlamentoya Ewropa axaftinek kir. Ahmed, di mîtînga li ber Parlamenta Ewropayê de axivî û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava di heman demê de Şoreşa Rojhilata Navîn e.
BERLÎN