Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Murat Karayilan derbarê berxwedana Bakurê Kurdistanê de ji ajansa nûçeyan RojNews re axivî û got “Berxwedana Bakurê Kurdistanê, berxwedaneke neteweyî ye, pêwîst e hemû hêzên Kurd piştgiriyê bidinê, lewre ew li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk hatiye destpêkirin.”

Karayilan bi taybet bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir da ku xwedî li berxwedana Bakurê Kurdistanê derkeve û wiha axivî: “Gelê Başûrê Kurdistanê xwedî dîrokek berxwedêr û fedakar e. Gelê me yê Başûr, gelek e ku ji her kesî zêdetir bi wateya berxwedana li hemberî dagirkeriyê dizane. Dibe ku neslê niha ev nedîtibe, lê yên beriya bi 23 salan şahidî li van kêliyên dîrokî kirine, baş dizanin. Îro li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî ya civakî û girîng dest pê kiriye. Hemû pêkhateyên civaka sivîl, zêdetirî rêxistinên siyasî bi kongreya KCD'ê derket holê ku piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Ev berxwedan ne tenê di çarçoveya Bakurê Kurdistanê de, li gelemperiya Kurdistanê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Em hêvî dikin ku hemû parçeyên Kurdistanê û Kurdên derveyî welat, berxwedana Cizîra Botan, Amed û Geverê bi tenê nehêlin. Bi teybetî jî gelê Başûrê Kurdistanê divê berxwedana Bakurê Kurdistanê bi tenê nehêle û piştgiriyê bidiyê.”


‘Erdogan Seddamê nû ye’

Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Murat Karayilan diyar kir ku rewşa li Bakurê Kurdistanê tam nehatiye famkirin û wiha pê de çû: “Bi teybetî jî çapemeniya Başûrê Kurdistanê li cihê çapemeniya Bakurê Kurdistanê û gelê Bakurê Kurdistanê bişopîne, hêzên dagirker û nexasim hêzên dagirker ên Tirk dişopîne. Ji ber vê jî rast ranahîjin meseleyê û kêmanî di nav de hene. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, berxwedan û hebûna însanetiyê ya li hemberî Seddamê nû ye. Erdogan Seddamê nû ye. Seddam çawa ku bi Enfalê bi sedhezaran ji gelê me li Başûrê Kurdistanê qetil kir, Erdogan jî niha bi rêbazeke nû, bi heman şêweyî komkujiyê pêk tîne. Zilm û faşîstî heye. Gelê Başûrê Kurdistanê Seddaman baş dinase. Erdogan jî Seddamê nû ye. Em li bendê ne ku gelê me, pêkhateyên civaka sivîl berxwedana Bakurê Kurdistanê destek bikin."

 

‘Berxwedaneke neteweyî ye'

 Karayilan got, ew li bendê ne ku pêkhateyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê bikin û diyar kir ku berxwedana Bakurê Kurdistanê, berxwedaneke neteweyî ye. Murat Karayilan axaftinên xwe wiha domandin: "Em li bendê ne ku siyaseta Kurd jî bi hêztir xwedî lê derkeve. Aliyek destek dike, lê hîna jî ti aliyî helwêsta xwe daneniye holê. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê, berxwedaneke neteweyî ye û divê hemû ciwanên neteweyî yên Kurd destekê bidin vê berxwedanê. Ji ber ku ev berxwedan ji bo tevahiya gelê Kurd girîng e.”

Murat Karayilan diyar kir ku berxwedana Bakurê Kurdistanê ji bo Rojhilata Navîn jî xwedî girîngiyeke mezin e û got: “Gelê Kurd ne li ser gotina Erdogan a "yek milet, yek dewlet, yek al" di nava hewl danî de ye, ji bo Rojhilata Navîn a pirr reng û zengîn, a Tirk, Ereb, Fars, Kurd, Suryanî û Asurî, xebatê dike. Hewl dide ku vê rastiyê bi dewleta Tirk bide qebûlkirin.”


‘Pêwîstî bi yekîtiyê heye’

Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Murat Karayilan diyar kir ku ji bo ku gelê Kurd bi şêweyekî azad bijî, pêwîst e ku pirsgirêkên xwe yên navwxeyî çareser bike û wiha dewam kir: “Weke tê zanîn pirsgirêkên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê hene. Di çarçoveya Başûrê Kurdistanê de ev pêvajo pirr girîng e. Divê rêyên çareseriyê bingeh bên girtin. Di sîstemê de kêmasî hene, divê bên guhertin. Me careke din dît ku pêwîstî bi yekîtiyê heye. Dibêjin, em bibin dewlet, ev tiştekî baş e. Divê asayîş, aborî bibin yek. Divê gavên wiha yên bingehîn bên avêtin. Divê sîstem bê guhertin.”


‘Divê Başûr aboriya xwe bixwe biafirîne’

Murat Karayilan bi bîr xist ku di serdema Seddam de gel ji xak û xebatê dihat qutkirin û got: “Niha jî heman sîstem dewam dike. Ji bo em bi xwe têra xwe bikin, divê sîstemeke aboriyê ya baş bê bipêşxistin da ku pêwîstî ne bi Îran û ne jî bi Tirkiyeyê bimîne û em karibin girêdana xwe ya bi wan re qut bikin. Divê Başûr aboriya xwe, bi xwe biafirîne. Dîsan, siyaseta xwe ew bi xwe biafirîne. Destûrê nede ji derve tesîr li siyaseta wê bibe. Li gorî pêwistiyên civakê tev bigire. Li gorî min pirsgirêk ev e. Biqasî ku derve bingeh tê girtin, hundir bingeh nayê girtin. Di demokrasî, diyalog û têra xwe kirinê de kêmasî hene. Divê ev kêmasî bên dîtin û li paş werin hiştin.”

Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Murat Karayilan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got, "Di vê pêvajoyê de herî zêde pêwîstiya gelê Kurd bi yêkîtiyê heye. Dîsan pêwîstiya wê bi nîqaşên bipêşxistina çareseriyê heye. Ji bo krîzên heyî çareserî dikare werin dîtin. Ev jî bi diyalogê dikare pêk were. Bi qasî ev ji bo Başûrê Kurdistanê girîng e, ji bo çar parçeyên Kurdistanê jî girîng e. Gelê me ku ji nû ve herêmê dizayn dike, divê ji bo karibe azad û serbixwe bijî, van baş pêk bîne. Em bawer dikin ku wê her kes bi berpirsiyarî nêzî pêvajoyê bibe. Wekî din, divê nêzikatiyên çareseriyê esas bin. Siyaseta neteweyî divê karibe li navenda siyasetê bê danîn.”


‘2016'ê sala azadiyê ye’

Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Murat Karayilan diyar kir ku pêwîst e ku berjewendiyên neteweyî li pêşiya berjewendiyên partiyan bin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ger ev bingeh bê girtin, ew ê ser jî bikevin. Baweriya me ya di vî alî de bi gelê me, bê dawî ye. Ger gelê me sekna xwe ya di vî alî de bi pêş bixe, wê ev bandorê li siyasetmevanan jî bike. Em dikevin saleke nû. Ji bo me jî girîngiyeke mezin a vê sala nû heye. Sala derbas bûyî ji bo me salek serketî bû, em bawer dikin ku wê sala 2016'an ji bo gelê Kurd bibe sala azadî û bi dawîbûna zilma li ser gelê Kurd û em li ser vê bingehê serketinê ji gelê xwe re dixwazin."


KAROX REWANDUZ / ROJNEWS