
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên operasyona li Bestayê ragihandin:
“Artêşa Tirk di navbera 3-12’ê Mijdarê de li herêma Besta ya Şirnexê operasyoneke berfireh meşand. Operasyon ji aliyê bi hezaran leşkerên ji Şirex û Sêrtê hatin anîn ve, hat meşandin.
Bi pêşengiya hevalê Amed Şaho, bi şiyara ‘Em ê nehêlin dagirker bikevin Bestayê, heta ku dijmin pê li cenazeyên me neke, wê nikaribe bikeve Bestayê’ şerekî mezin ê bexwedanê hat destpêkirin û qadên Çemaloka û Girê Xanê veguherîn keleha berxwedanê.”
HPG´ê da zanîn ku di çalakiyên sûîqestê yên 3´yê Mijdarê de 2 leşker hatine kuştin û li derdora girê Xanê jî bi derbên gerîlayan 6 leşkerên din hatin kuştin.
4’ê Mijdarê jî gerîlayan çawişekî pispor kuşt û kontrayek jî birîndar kir.
Berxwedan bi ser ket
5’ê Mijdarê, li qada Mêrgumarê tevdigeriyan gerîlayan li komên eskeran xist û şer heta êvarê dewam kir. Li Tepê Firinê jî bi sûîqestê eskerek hat kuştin. Heman rojê êvarê, eskeran xwest biçin girê Şehîd Şoreş û di encama berxwedanê de eskerek hat kuştin. HPG´ê da zanîn ku li van herdu deveran gelek esker hatine kuştin lê hejmar nehatiye zelalkirin.
Esker ji meydana şer reviyan
Roja 6’ê Mijdarê, bi çalakiyeke sabotajê gerîlayan li dora Tepê Tenurê 2 esker kuştin, 4 esker jî birîndar kirin. 7’ê Mijdarê li quntara Tepê Firinê di çalakiya gerîlyan de 3 esker hatin kuştin, kontrayek jî hat girtin. Piştî çalakiyê esker ji qadê reviyan. 8’ê Mijdarê li qada Xirbikê Bestê eskerek hat kuştin. 9’ê Mijdarê jî danê êvarê eskerekî din kuştin.10’ê Mijdarê gerîlayan danê sibehî li eskerên kom bûyî xist û 2 esker kuştin.
Artêşa binketî mal şewitandin
HPG´ê da zanîn ku operasyona artêşa Tirk binketî qediyaye, lê ji ber vê binketina xwe, malên gundiyên Xirbikê Bestê, Tuşimiya û Newala Goxa şewitand û hin jê jî bi teqemeniyan teqand. Leşkeran 3 motor, 1 traktor û wesayîteke randrover ên gundiyan rûxandin û 20 hesp kuştin.”
HPG´ê da zanîn ku di şer de 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye û ew ê nasnameyên gerîlayan wê paşê werin eşkerekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN