Yakup Şahîndal û Kamber Marangoz, bi salan berê ji navçeya Elbîstan a Mereşê koç kirin û hatin Swêdê. Her du jî bi bazirganiyê re mijûl dibin.

Diyar kirin ku hilbijartina ku wê di rojên pêş de pêk bê gelek cuda ye û destnîşan kirin ku encamên hilbijartinan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo pêşeroja hemû Tirkiyeyê gelek girîng in.

Yakup Şahîndal wiha got: “Ev hilbijartin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêkhatina aştiyê dişibe Pira Siratê. Li vê erdnîgariya ku vegeriya gola xwînê, li dijî Kurd, Suryanî û kêmarên din ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dijîn ji bo qirkirin û komkujiyên nû çênebin, HDP sîgorta ye.  HDP wê mora xwe li pêşeroja Tirkiyeyê bide. Ji ber vê jî divê HDP bendê derbas bike û li parlamentoyê bê temsîlkirin.

Şahîndal got, eger HDP bendê derbas neke wê Tirkiye otorîter bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala serokatiyê ya di serê Erdogan de ji welatên din ên demokatîk cudatir e. Pergaleke serokatiyê ya olîgarşîk a dîktatoriya faşîst a ew bi xwe wê biryarê bide. Destpêkirina pergalek wisa  tê wateya destpêkirina şer û mirina mirovan. HDP wê destûrê nede vê.  Wê bend bê hilweşîn.”

Marangoz û Şahîndal diyar kirin ku li Swêdê tenê rojekê û li Stockholmê deng tên bikaranîn, bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin: “Li her aliyê Swêdê Kurd û Tirk dijîn. Mînak em 300 kîlometreyî tên û dengên xwe bikar tînin. Ji bo kesên ku kargeriyên wan hene ev ne hêsan e. Dewleta Tirk ji bo deng neçin ji HDP’ê re serî li rêyek wisa didin. Tevî van astengiyên dij-demokratîk gelê me wê bên Stockholmê û dengê xwe bidin HDP’ê.”

Şahîndal bi lêv kir ku wê ev gel tevî hemû astengî û hîleyan di 7’ê Hezîranê de bendê hilweşînin. 


  ANF/STOCKHOLM