Mîhrîcan li Eywana Sala Ez Lagoya bajarê Bolzanoyê ya li herêma Altoadîçaya Îtalyayê ye hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de komeke şanoya Kurdî ku ji başûrê Kurdistanê tevli bû de lîstika bi navê ‘Jinek wek baranê li biyabanê’ de pêşan da.
Du çîrok di yek deqê de
Şanoger û nivîskar Azad Sewze der barê çîroka şanoyê de agahî dan û wiha got: “Ev lîstik du çîrokan di yek deqê de pêşkêş dike, çîroka hinek ji wan jin û zilamên ku ketibûn ber agirê Enfalan de û niha jî li Şengalê ketin ber hovîtiya şerê çeteyên DAIŞ’ê.”
Sewze da zanîn ku di lîstikê de behsa çîroka qehremaniya kesekî li nav kavilên bajarê Kurdistanê de ku rastî şevrevînokan tê, ew her du çîrok li gel hev tên birêkirin ku têde dema derbasbûyî û ya niha wek şehperê laşekî bi hev re tên nîşandan ji bo gihandina peyameke mirovî ya girîng.
Derhêneriya lîstikê ji aliyê Tiwana Xenî ve hatiye kirin. Lîstikvanên wê Aşna Reûf, Azad Sewze, Hêwa Reûf, Salar Mahîr, Arî Seyid Mihemed û Asî Mihemed Remezan in. Cilûberg ji aliyê Berhem û Muhsin Tefîq ve hatine amadekirin. Sînografiya wê ji aliyê Tiwana Xenî, ronahî ji aliyê Marko, ragihandina wê ya li Îtalyayê jî ji aliyê Ehmed Iştiman û Fesel Mihemed ve hatiye kirin.
ROMA