
Dehezaran Kurd li bajarê Bonn a Almanyayê li hev civiyan, daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Mitîng bi dirûşima “Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re Statu” ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê (YEK-KOM) ve hate lidarxistin û dehezaran kes beşdar bûn.
Kurdistanî ku li kolanên Bonnê meşiyan ber bi qada mitîngê ve herikîn. Di meşê de alên Herêma Kurdistanê, PKK, KCK, KJB; MLKP û gelek rêxistinên ên Kurdan hatin hilgirtin û pankarta “PKK jiyan e” hate bilindkirin.
Karayilan: Pêvajoyaka nû dest pê kiriye
Di mitîngê de peyama bi deng a Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan hate nîşandan. Karayilan got ku bi Newroza îsal pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got, “Gelê Kurd bi giyanê yekitiya neteweyî Nerwoza îsal pêşwazî kir.”
Karayilan bal kişand ser êriş û zextên dewleta Tirk ên di Newrozê de û diyar kir ku li hemberî vê hem gelê Kurd û hem jî gerîlayên Kurdistanê Newroza sala 2012 bi serkeftî pêşwazî kirine.
Karayilan got; “Em dixwazin îsal bikin sala serkeftinê” û xwest ku berxwedan berdewam bike û bang li her derê kir ku beşdarî berxwedanê bibin.
Axaftina Karayilan di nava girseyê de bi dirûşim û çepikan hate pêşwazîkirin.,
Kişanak: Neçar dê bi Ocalan re rûnin
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî beşdarî mitîngê bû. Kişanak rexne li AKP’ê girt û diyar kir ku xwest Newrozê li gelê Kurd qedexe bike,zilma dewleta Tirk a berê têxe meriyetê. Kişanak got; “Bi vê nêzîkatiya xwe dixwaza tolê ji Kurdan hilde. Lê li hemberî hemû tundî û zextan Kurdan li zêdetir deha navendan bersiv daye.” Kişanak bal kişand ser muxataptiya pirsgirêka Kurd û got; “Tenê muxatabek heye,ew jî birêz Ocalan e. bila her kes bizane. AKP’ê dê bê rê û hevdîtin bi Ocalan re pêk bîne.”
Piştî Kişanak parêzerê Ocalan,Mahmût Şakar, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade û rayedarên Partiya Çepgir axivîn.
Di bernameya çandî ya Newrozê de Rojda, Mehmet Akbaş, Erol Berxwedan û gelek hunermendên din derketin ser dike.
ABDURRAHMAN KARATAŞ - BONN
Şahiya Newrozê
Bi organîzeya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) li Kerkûk û Behdînanê şayihên bi coş ên Newrozê hatin lidarxistin.
Pîrozbahiya Newroz a 2012’an li Herêma Federal a Kurdistan bi girseyî pêk hat. Nûnerên PÇDK, Hemwelatîyen Azad û Wekhev, Tevgêra Jinên Azad a Başûrê Kurdistan (RJAK) û Ciwanên Welatparêz ye Başûrê Kurdistan, li Parka Gûrgûr a Kerkûkê çalakîyek pîrozbahiyê pêk anî. Di pîrozbahiyê de Hevserokên PÇDK Dîyar Xerib, endam û revebirên PÇDK, RJAK, Hemwilatîyen Azad û Wekhev û Ciwanên Welatparêz ye Başûrê Kurdistan û gelek nûnerên rexistinên sivîl û partîyen sîyasî ya Kerkûkê jî heyî sedan kes beşdar bûn.
Pîrozbahiyê bi pêxistina agirê Newrozê dest pekir, bi rezgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadîyê de jîyana xwe ji dest dane berdewam kir. Gelek postêren Rebêre PKK'ê Abdullah Ocalan, endamên PKK'ê hatin vekirin û ala PKK, KCK, Kurdistan û hatin hilgirtin. Di pîrozbahîye de Hevserokê PÇDK Dîyar Xerip axivî. Xerib bi tûndî êrîşe dewleta tirk a berambêre Newrozên Bakûrê Kurdistanê şermezarkir û got, “Dewleta tirk dixwaze Newroz wek rojek biharê bidê pîroz kirin. Lê Newroz ne cejna biharê ye, berxwedana azadiya kurdan e”
Piştê axaftina Xerîp, hûnermendên kurd derketin ser dîkê û bi sitranên xwe reng dan pîrozbahiyê. Di pîrozbahiyê de her tim dûrûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jîyan nabe” hatin berzkirin.
Daxwaza Azadiya Ocalan
PÇDK û Hemwelatiyê Azad û Yeksan li nêzî Gundê Mîrokê yê herêma Behdînanê pîrozbahiyek girseyî pêk anî.
Gelê Behdînan li navsera çiyayê Garê li nêzîkî gundê Mîrokêhatin kom bû û Newroz pîroz kir. Gel ji Duhok û navçeyê Serêsêbê ber bi çiyayê Garê ve herikîn. Girse li nêzî gundê Mîrokê li qada Newrozê kom bûn û dayikê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane agir pêxist.
Endamê Kongra Neteweyî ya Kurdistan (KNK) Dr Kamûran Berwarî jî axivî û pêşniyar kir ku pêş Kongra Neteweyî konferansên pir alî bên lidarxistin û wiha got: "Em dibêjin bila Rêber APO bê berdan û ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe divê nûnerên kurd ên siyasî esas bên girtin. Dîsa divê beriya konferansê Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzên Pêşmerge konferansekê li dar bixin. Ev konferans wê ji bo avakirina hêzê paristina Kurdistan rolek girîng bilîze.
Qada Newrozê bi posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin pêçan. Gel bi dûrişmêyên "Bijî Rêber APO", "Bijî Ocalan", "Bijî Kurdistan", "An Azadî An Azadî" berz kirin. Pişt re komên muzîkê derketin ser dikê û girse coşand.
HEWLÊR/DUHOK