Mala Dengbêjan li Qesra dîrokî ya Memed Axa hate vekirin, beriya wê jî bi minasebeta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê meşek hate lidarxistin. Hevserokê DBP'ê yê Cizîrê Mesut Nart, Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz, Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kunur û nûnerên rêxistinên civakî yên navçeyê û bi hezaran kes ji taxa Dagkapi kom bûn û ber bi malê ve meşiyan.
Piştî meşa Hevşaredar Kunur û dayikên aştiyê bi hev re mala dengbêjan vekirin.
Çanda zindî ´dengbêjî´
Hevşaredar Kunur di axaftina xwe de got, ew ê xebatên xwe yên ji bo gelê Cizirê bidomînin û wiha dewam kir: "ji bo zindî hiştina çand, dîrok û kevneşopiyên gelê xwe çi ji destên me tê, em ê bikin. Ji bo ku em dengbêjên xwe yên Botanê bînin cem hev û hunera devkî biparêzin, çanda xwe ya dengbêjiyê bidin jiyîn, me mala dengbêjan vekir. Li gelê me pîroz be." Piştî axaftinan dengbêjan bi klamên xwe xelk hem dilzîz û hem kêfxweş kirin, û bi vî awayî merasîma vekirinê bi dawî bû.
ŞIRNEX