Jinên Kurd di her demsalên buharê de bi şînbûna giha û pinçaran re, derdikevin kolanan û ji bo xwarina malê û firotinê pinçar kom dikin. Jinên herêma Botanê jî bi taybetî di vê demsala ku pinçarê biharê zêde dibe diçin zozan, gelî û mêrgan pinçaran kom dike û li ser dezgehan difiroşin. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê piştî giha û pinçar geş bûn, jin diçin pinçar kom dikin û li ser dezgeh difiroşin. Jinên ku derdikevin zozanan û koçeriyê dikin jî şirê pezê xwe dikin mas, penêr û difiroşin. Welatiyên li gundê Hespist, Xendekê û gundên din yên tenişta Çemê Firatê dijîn jî masiyên ji çem digikirin difiroşin û debara xwe dikin. Jinên ku pez xwedî dikin û mastê xwe li bazarê difiroşin ji ber ku xwerî organîk û pak e rastî eleqeyek mezin tê. Dîsa pinçarê ku ji aliyê jinan ve li çiya û zozanên bilind tên komkirin ji ber paqij û organîk e eleqeyek mezin dibîne.
MEHMET ZEKİ ÇİÇEK/DÎHA/ŞIRNEX