Di dozên ji ber T-shirtê Ocalan û slogana Bijî Serok Apo, du doz li Dadgeha Sulhê ya Braunschweigê, ji ber ku ti sûc nîne, betal bûn, û dozgeran jî ev yek qebûl kir.
FADIL DONMA / BRAUSCHWEIG
Li bajarê Braunschweigê yê Elmanyayê, li du kesan ji ber ku T-shirtê Ocalan li xwe kirine û slogana “Bijî Serok Apo” di xwepêşandana 20´ê Çiriya Pêşîn a 2017´an de gotine, doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê pêr li Dadgeha Silhê ya Braunschweigê bi rê ve çû. Seyha Ekinci ji ber gotina sloganê û dostê Kurdan Alex W. jî ji ber lixwekirina T-shirtê Ocalan hatin dadgehkirin.
Ji ber heman çalakiyê, berê dadgehê cezayê pere li Hevserokê NAV-DEM´ê Tahir Koçer birrîbû, lê parêzer li ber vî cezayî rabû û ev doz bire dadgeha bilind. Yanî dozgerên dewleta Elman ji vê xwepêşandanê xwest 3 kesan mexdûr bikin, lê heta niha di yekê de jî bi ser neket.
Rûniştina doza li dijî Alex W. saet 9’an dest pê kir.
Di her du dozan de jî sûc nîne
Polîs di dema xwepêşandanê de bi zorê T-shirtê li ser wêneyê Ocalan hebû, ji Alex W. kiribû. Parêzerê Alex W., Sven Adam biryara dadgeheke Berlînê li ser mijareke bi heman rengî weke delîl pêşkêş kir. Dadgehê, lixwekirina T-shirtê Abdullah Ocalan “bi tenê” weke sûc nenirxand.
Rûniştina li dijî Seyha Ekinci jî saet 13´an dest pê kir. Hevseroka Komina Jinan a Zozan Cûdî bû, û berpirsiyara çalakiyê bû. Seyha Ekinci di dema meşê de bi hoparlorê slogana Bijî Serok Apo gotibû ku wê ev weke azadiya xweîfadekirinê bi nav kiribû. Lê polîs dîsa jî 300 euro ceza lê birîbû. Seyha ev ceza qebûl nekir û doz bir dadgehê. Li hola dadgehê çawa rûniştinê dest pê kir, serdozger bi belgeyeke îmzekirî da zanîn ku cihê cezayê pere nîne û ev belge da Seyha Ekinci. Bi vê yekê dozger ji dozê vekişiya.
Doz bi temamî siyasî ne
Yek ji kesên ku her du doz şopandin, Ayfer Ozdogan bû û ji bo dadgehê got, “Weke dergûşxaneya zarokan bû. Lewma, ji xwe li meydanê ti sûc nîne. Baş e çima em ji karê me, malên me, zarokên me hiştin, anîn mehkemeyan! Doz bi temamî siyasî bû, xizmeta dewleta Tirk dikin. Lê meyla mêzînê ber bi me ve bû.”
Dixwazin xelkê bitirsînin
Endamê FED-DEM´ê Letîf Karakaş jî got, “Di dozên bi vî rengî de em li cem gelan cihê xwe digirin. Em fermanên ji Tirkiyeyê ti carî qebûl nakin. Helbet em rêzê ji hiqûqa Elman re nîşan didin, lê dema ku hiqûq hat binpêkirin, em vê qebûl nakin. Ya rastî armanca dozger timamê Kurdan e, dixwaze wan çavtirsandî bike. Ji ber wê Hevserokê niha yê KON-MEDê dixwazin dadgeh bikin da ku xelkê bitirsînin. Dadgeha Sulhê niha di herdu dozên îro de sûc nedît û doz betal kirin, em vê jî di vê çarçoveyê de dinirxînin. Em bi rik û israr dibêjin, aştî, azadî, hiqûq û demokrasî, em ê di vê rêyê de her serketî bin.”