Li gorî encamên hilbijartinên pêşwext ên li Brîtanyayê, partiya Mûxafazakaran a bi serokatiya Theresa May bi 314 kursiyan bû yekemîn, lê tevî vê yekê jî li parlamentê serwer nebû. Partiya Karker a Jeremy Corbyn hejmara parlamenterên xwe gelekî zêde kir. Corby, piştî zelalbûna encamên hilbijartinê bang li Serokwezîr May kir, ku îstifa bike.
Li Qraliyeta Yekbûyî, ku ji Îngilîstan, Skoçya, Galler û Îrlanda Bakur pêk tê, 47 mîlyon hilbijêr çûn ser sindoqan. Hilbijêran, ji bo endamên Kamara Avamê ya ji 650 kursiyan diyar bikin, ku baskê jêrîn ê parlamentê ye, dengê xwe dan.
Li gorî encamên destpêkê, Partiya Mûxafazakar a li desthilatdariyê 314 kursî, Partiya Karker a li mûxalefetê 266 parlamenter bi dest xistin. Partiya May ji bo karibe hikumetê ava bike, pêwîstiya xwe bi 326 kursiyan heye. Li gorî vê encamê, mûxafazakar bi tena serê xwe nikarin bibin desthilatdar.
Li gorî encamên destpêkê, Partiya Neteweyî ya Skoç jî 22 parlamenter bi dest xist.
ANF/LONDON