Li paytexta Belêçîkayê Brukselê Kurdistaniya bi awayekî girseyî nîşan da ku ew xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê derdikevin û ji saziyên Ewrûpayê xwest ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan bi erka xwe rabin.
Li paytexta Belçîkayê Brukselê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, meşeke navendî hat kirin. Li paytexta Îtalyayê Romayê jî çalakiyeke li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê hebû. Li Parîsê jî Tevgera Aştiyê çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê.
Kurdên ji gelek welatên Ewrûpayê, tevî dostên xwe doh sibehê li Gare Central (Gara trenê ya navendî) ya li Brukselê civiyan.
Ji gelek bajarên Belçîkayê, Elmanya, Fransa, Holanda û Swîsreyê gelek kes beşdarî meşê bûn. Girseya gel bi otobus û wesayitên taybet çû cihê çalakiyê. Saet 11:20’an jî kortej ji bo meşê hatin amadekirin.
Laçik Spî li Brukselê jî bûn
Li refên pêş ên meşê jinên bi laçikên spî amade bûn û bal kişand ser berxwedana dayikan a li dijî tecrîdê.
Gelek rêxistin û sazî jî tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên TJK-E, SKB, AvEG-KON, ATÎK, HBDH, KNK, PYD, Partîzan, Eniya Ked û Azadiyê, Komîteya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî re tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de îşaret bi kiryarên li derveyî mirovahiyê û polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Ocalan û girtiyên siyasî hate kirin û hate xwestin, girtiyên siyasî hemû bên serbestkirin.
Çalakgeran dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bimire rejîma Tirk a faşîst”, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî berxwedana zindanan” gotin.
Nûnerên KNK’ê û wekîlên berê yên HDP’ê jî tevlî meşê bûn. Piştî meşê çalakger li meydana Luxembourg a li ber Parlamena Ewrûpayê civiyan û çalakiya xwe veguherandin mîtîngê.
Divê berxwedanê bê dîtin
Li paytexta Îtalyayê Romayê jî tecrîdkirina Ocalan hate protestokirin. Çalakî bi pêşengiya Komîteya Kurd hate kirin, endamên Rete Kurdistan, antîkapîtalîstên Sînîstra û Partiya Komunîst beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de bêhestiyariya kanala televîzyonê ya dewletê ´Rai´ hate protestokirin û hate gotin, têkildarî greva birçîbûnê û rojiya mirinê dosya radestî televîzyonê hatiye kirin, tevî vê jî ev kanal bêdeng in. Di çalakiyê de bal hate kişandinî ser rewşa Erol Aydemîr jî ku li Romayê ev zêdetirî 2 mehan e di greva birçîbûnê de ye.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, êrişên faşîst ên dewleta Tirk û berxwedana Dayikên Laçik Spî were dîtin.
Bi serdanan moralê me baştir dibe
Greva birçîbûnê ya endamên AvEG-Kon, SKB û YS’ê ya li ACTÎT a li paytexta Fransayê Parîsê ya li dijî tecrîdê di roja 52’yan de didome. Ji Tevgera Aştiyê (Mouvement de la Paix) şandeyek çû serdana çalakgeran.
Nûnerê Tevgera Aştiyê got, divê têkoşîna azadiya Kurd ne tenê ji hêla têkoşîna çekdarî ve her wiha ji hêla dîplomatîk û aştî ve jî nas bike û got, ‘’Em hewl didin ku pirtûkên Ocalan, ramanên wî ji hêla akademîk ve bidin naskirin û belavkirin, her wiha li ser têkiliyên ku wê werin avakirin, hêdî hêdî em hewl didin ku bibin alîkar.’’
Ji Tevgera Aştiyê Yves-Jean Gallas jî got, divê projeyên jiyanî û civakî yên ku hewl tê dayin li Bakurê Kurdistanê, Rojava û Sûriyê werin bicihkirin, baş bên fêhmkirin, vegotin, û li pişta daxwaza xweseriyê ya Kurdan pêkhatina projeya demokrasî û azadiyê heye.
Çalakgerê greva birçîbûnê Ozkan Ozdemîr jî got, ‘’Em baş in. Berwedan moral û motîvasyonê dide me. Dema ku dostên me tên serdana me, moralê me zêdetir dibe. Em ne li westa greva birçîbûnê lê li berxwedêrên ku ev 200 roj in di greva birçîbûnê de ne, difikirin. Rewşa wan ji mêj ve ji krîtîkbûnê jî bihuriye.’’
NAVENDA NÛÇEYAN