
Kurdistaniyên ji Belçîka, Hollanda, Almanya û Franseyê hatin Bruksel Noordê li hev kom bûn, li pey pankarta “Greva birçîbûnê di roja 53’emîn de ye, mirina rawestînin” ber bi avahiyên YE’yê ve dest bi meşê kirin. Kurdistanî meşiyan Qada Schumann a ku Parlementoya Ewropayê lê ye. Di korteja yekemîn a meşê de tevî dayikên aşitî, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Serokê KONGRA GELRemzî Kartal, nunerên saziyên Kurd cih girtin.
Çalakgerên otobusa Ji Ocalan re Azadî ya ku ji 8’ê îlonê ve li welat û bajarên Ewropayê digerin jî tevlî meşê bûye. Kurdistanî li dûv Otobusa Ji Ocalan re Azadî meşiyan. Piştî meşa derdora 3 km, Kurdistaniyan li QadaSchumann a li ber Parlemenoya Ewropa û avahiyên YE’yê mitîngek li dar xistin.
Di mitîngê de Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal piştî rêzgirtinê axivî û bal kişand ku di vê pêvajoyê de gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe. Kartal da zanîn ku ev pêvajo bi berxwedana gelê Kurd ve girêdaye û bang li Kurdên li Ewropayê kir ku dengê xwe bilindtir bikin.
Piştî Kartal, Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axivî û diyar kir ku girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine, ji bo azadiya gelê Kurd li ber xwe didin. Kemalîzade nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan da. Serokê PJAK’ê Hacî Ehmedî jî axivî û diyar kir ku nêrîna wan a siyasî çi be jî divê gelê Kurd xwedî li têkoşîna siyasî yên ku bendea xwe dane ber mirinê derbikevin.
Li ser navê çalakgerê Otobusa Ji Ocalan re Azadî Serokê KON-KURDê (Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê) Îsmet Kem axivî û bal kişand ku gelê Kurd li hemberî dewleta Tirkû dewletên din ên mêtînger têkoşîna xwe bilind kiriye û bang li welatên Ewropayê, Parlementoya Ewropa û hemû saziyên Ewropayê kir û got: “Nebin hevkarên polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk.”
Mitîng bi stran û sîrûdên Hozan Şemdîn, Comert û Canê bi dawî bû.
BRUKSEL
Li Hewlerê meşa piştgiriyê
Ji bo piştgirî bidin çalakiya rojiya mirinê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku di roja 55’an de didome, çalakiya birçîbûnê ya 3 rojî ya li Hewlêrê li ber Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ve tê organîzekirin doh bi dawî bû.
Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, herwiha gelek kesên navdar weke siyasetmedar , rewşenbîr, rojnamevan, rêxistinên ciwanan û karkerên ku ji parçeyên din yên Kurdistanê hatin serdana çalakgerên çalakiya birçîbûnê. Serokê Fraksiyona Tevgera Goran yê Parlemantoya Herêma Kurdistanê de Kardo Mihemed serdana çalakgeran kir. Her wiha li gel Şaredarê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Ehmed Nêrwehî û li ser navê mamostayên wargehê mamosta Mihemed Nûrî Babat, komek ji Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Di roja çalakiyê ya dawî de doh bi sedan kes li ber deriyê Parlementoyê kombûn û ber bi konsolosa Tirkiyeyê meşek lidar xistin.
HEWLÊR