Di meşê de beşdaran kincên gelêrî li xwe kirin û li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Çalakvanên bi kincên gelêrî yên li ser hespan bala derdorê kişandin. Vekirina festîvalê ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Hatîce Çoban ve hat kirin. Di çarçoveya festîvalê de dûre standên ji xwarin û dîroka Kurdan hatin vekirin. Her wiha gelek belavok hatin belavkirin. Festîval wê heta 27’ê Îlonê dewam bike. Di vê çarçoveyê de wê muzîka Kurdî, sînevîzyon û fîlm bên pêşkêşkirin.    


 ANF/BRUKSEL