
Meşa “Statu ji bo Şengalê”, ku ji aliyê saziyên Êzîdî yên li Ewrûpayê ve ji Dusseldorfê heta Brukselê hat destpêkirin, doh di roja 7´an de dewam kir. Êzîdî heta niha 150 kîlometreyan meşiyan e û wê îro li Brukselê mîtîngekê pêk bînin.
Çalakiyên Êzîdiyan ên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên PDK-AKP’ê yên li Şengalê, dewam dikin.
Êzîdiyên li Ewrûpayê ku dixwazin Şengal bibe xwedî statu, ji ber Parlamena Eyaleta Wesfalya Bakurê Renê (NRW) a Elmanyayê dest bi meşê kirin û berê xwe dan paytexta Belçîkayê Brukselê. Piştî Elmanya û Hollandayê meşvanên Êzîdî derbasî nava Belçîkayê bûn. Meşa Êzîdiyan doh di roja 7´an de dewam kir. Êzîdî bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Federasyona Êzîdiyan û pankartên ji bo şermezarkirina PDK û AKP’ê, heta niha 150 kîlometreyan rê meşiyan.
Meşvanên ku hunermend û jin jî di nav de hene, bi stranên xwe meşa dirêj bi moraleke mezin didomînin.
Êzîdî wê îro saet di 13:00´an de li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li Brukselê mîtîngekê pêk bînin. Û bi rêya heyetekê, dosyayekê li ser daxwazên xwe radestî Yekîtiya Ewrûpayê bikin.
ANF / LEUVEN