Li paytexta Belçîka Brukselê, danê vê sibehê li balafirgeha Zaventem a navneteweyî dû teqîn li dû hev rû dan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di teqînên li balafirgehê de 14, li rawestgeha metroyê jî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. 136 kes jî birîndar bûn. Ji ber ku Bruksel paytexta Yekîtiya Ewropayê ye, bi hezaran xebatkar û dîplomatên Yekîtiya Ewropayê li vî bajarî ne.
Erdogan gef xwaribû
Serokkomarê Tirk Erdogan beriya 4 rojan daxuyaniyek dabû û gotibû, “Li Brukselê yan jî li bajarekî din ê Ewropayê ji bo bombe neteqin, ti sedem nîne” û bi vî rengî gef li Belçîkayê xwaribû. Piştî ku Erdogan ji ber konê Kurdan ê li Brukselê hatiye vedan Belçîka hedef nîşan da, rojnameyên AKP’ê manşetên ‘Terorîst Belçîka’ bi kar anîbûn. Piştî teqînê hikûmeta Belçîkayê seferat û nûnertiyên xwe ên li Tirkiyeyê girtin.
KNK û HDP’ê şermezar kir
Konseya Rêveber a Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) êrîşên Brukselê rû dan, êrîş şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.
HDP’ê komkujiya li Brukselê lenet kir û hikûmetê destekê didin DAIŞ’ê weke berpirsyar nîşan da. Hevserokan gotin, “Divê em li hemberî DAIŞ û rêxistinên mîna wê, hîn bêhtir piştgiriya hev bikin.”
BRUKSEL