Bi şahiya ku wê li Bruksel pêk tê, tê armanckirin ku çand û baweriyên cuda bên cem hev. Di hefteya çandê de wê derfetên naskirina çanda Kurd bên bidestxistin. Di broşura nasandinê de hat diyar kirin ku Kurd di sala 1960’î de hatine Belçîkayê û di salên 1990’î de xwendekar û penberên Kurd ev şopandine. Li Belçîkayê ji ber ku Kurd li gorî welatîbûnê hatine veqetandin hejmara nifûsa wan nayê zanîn. Lê li gorî organîzatorên hefteya çandê herî kêm 50 hezar Kurd li vî welatî dijîn. Her wiha hat gotin ku dema baweriyên cuda yên Asûrî-Suryanî, Keldanî, Ermenî û Tirkmen li vê zêde bibin hejmar digihêje 100 hezarî. Bernameya çandê di 17’ê Îlonê de saet 15’an de wê destpê bike û heta derengiya şevê bidome. Di 18’ê Îlonê de pêşandana muzîk û sînevîzyonê, xwarinên Kurdî, serdana gundên Kurd û her wiha wê li Parlamentoya Belçîkayê konferanseke bi mijara ‘Kurd, Kurdistan û Dîaspora’ pêk bê. Lê ji ber ewlehiyê bi qeydkirinê mirov dikarin tevlî bibin.
Hunermend Mehmet Atli û Taca Caf wê tevlî bernameya muzîkê bibin. Her wiha fîlmên ‘Suru’, ‘Folge der Feder’ (Suivre la plume), ‘My Sweet Pepper Land’ û ‘Welcome’ dê bên nîşandan.
BRUKSEL