
Li paytexta Arjantîn Bûenos Aîresê pêşangehek bi navê "Rojava: Şoreşa Jinê ya li Rojhilata Navîn" hat vekirin. Pêşangeh gelekî balê dikişîne.
Pêşangeh ji aliyê Komîteya Jinê ya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Arjantî ve hat organîzekirin. Di pêşangehê de Şoreşa Rojava bi wêneyan tê nîşandan. Ji jiyana rojane ya jinên Rojavayî heta kooperatîfên jinan, rewşa jinê û tecrûbeya navbera gelan û jinan tê nîşandan. Pêşangeh wê heta dawiya meha Sibatê vekirî be.
Di merasîma vekirinê de li ser navê Komîteya Jinê ya Piştgiriya bi Kurdistanê re Nat Bena axivî û li ser Şoreşa Rojava û gelemperiya Kurdistanê agahî da.Nat Bena destnîşan kir, jinên Kurd di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de şoreşek ava kirine û got, DAIŞ û dewleta Tirk êrîşî vê avakirinê dikin, lewma ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû jinan û azadiyan şer dikin.
Rêvebera Navenda Tîerra Vîoleta (Herêma Mor) Paolîn Raffe piştre mafê axaftinê wergirt û anî ziman, Navenda Çandê ya Tîerra Vîoleta di heman demê de yekane pirtûkxaneya femînîst a li Arjantînê ye. Raffe anî ziman, ji bo jinan gelek çalakî hatine lidarxistin, lê belê malovaniya wan a ji bo pêşangeheke bi vî rengî ya li ser Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd, wan gelekî kêfxweş dike.
BÛENOS AÎRES