
Du mamosteyên Zankoya Cambridge ya Ingilîstanê di çarçoveya rêze gotarên hevpar ên bi navê ‘Nihêrînek li mijarên Abdullah Ocalan yên der barê şaristaniya demokratîk de’ şîroveyek belav kirin.
Dr. Donald H. Matthews û Dr. Thomas Jeffrey Miley li Zankoya Cambridge li ser tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şîrove dikin û dibêjin: “Parastin û qehremaniya Kobanê bûye sedem ku bala cîhanê bikişîne ser xwe. Hêza vê tevgerê ya têkoşînê hiştiye ku gel li derdora armanceke hevpar kom bibin. Bûye sedem ku mirov ji bo armancekê canê xwe feda bikin. Helbet ev armanceke pîroz a ji bo projeya konfederalîzma demokratîk e ku niha weke çareseriyeke alternatîf ji rewşa xirab, malwêranî û bêserûberiya niha li Rojhilata Navîn serwer re hatiye berpêş kirin.”
Pêşekiya gotarê
Di destpêka gotara herdu mamosteyan de tê gotin ku ew rêz ji Abdullah Ocalan re digirin û pêşek wiha dewam dike: “Ev kesayetê hatiye girtin Rêbertiya Tevgera Azadîxwaz a Kurd dike û bi zincîran li zinarên zîndana Îmraliyê girêdane ku xwedî tezên xurt ên siyasî ye. Tezên wî bûne sedema pêkhatina Şoreşa Rojava li Sûriye. Her wiha tezên Ocalan bûne sedema bihêzkirina parastina Kurd li dijî zordarî û hovîtiya Recep Tayyip Erdogan li Başûr Rojhilatê Tirkiye (bakurê Kurdistanê) û cihên din jî.”
Wekheviya jin û mêr
Mamosteyan di gotara xwe de diyar kiriye ku tezên Ocalan pêşî li guhertinan vekiriye û wiha dewam kirine: “Ev teza Ocalan hiştiye ku guhertineke bingehîn a demokratîk pêk were ku ev jî girîngiyê dide bi azadî û rizgariya hemû beşên civakê û jinê. Di heman demê de pergala hevserokatiyê ya ji jin û mêr pêk tê, esas digire. Bi pêkanîna pergala kota re wekheviya di navbera jin û mêr de bihêztir dike. Ev jî bi rêya di hemû formên nûnertiya siyasî û bi rêxistinkirina meclîsên jinan û akademiyên jinan de zindî dibe.
Ev tez xwe dispêre pêkhateyên demokratîk, guhertinên radîkal, xweparastin, azadiya cinsî, çandî û baweriyan a weke nexşerêyeke rasterast ji bo aşitiyê. Ev Nexşerê ji aliyê vî Rêberê di zîndanê de ku di rewşeke zahf dijwar û nebaş de tê ragirtin, hatiye pêşkêşkirin. Lê tevî van hemû şert û zirûfên nebaş jî bûye kesayetekî balkêş, bi bandor û afirîner. Di heman demê de karî modela Konfederalîzma Demokratîk jî pêşkêş bike. Ev jî di destpêkê de li dadgehê weke parastina xwe pêşkêş kir. Ocalan ev pirtûk weke parastinê pêşkêşî dadgehê kir. Ocalan di zîndanê de îsbat kir ku dikare xwedî fikrên azad be. Mîna kesayetên weke Trotsky, Gramsci, Malcolm û Mandela Ocalan jî li pişt qefesa zîndanê wexta xwe baş bi kar anî, xwend û nivîsand, vê jî hişt ku van pirtûkan derxe û bi vê yekê bandoreke mezin li ser gel û cîhana nû jî bike.”
ROJNEWS