Kurdistaniyan û dostên wan li Cannesê banga ronîkirina tevkujiya Parîsê kirin. 

Bi mebesta şermezarkirina komkujiya li Parîsê û ji bo jinên şoreşger ên Kurd Sakîne, Leyla, Fîdan edelat were xwestin, roja Yeksemê, 22’yê Çile, li ber Gare bajarê Cannesê Kurdistanî û dostên wan li hev kom bûn û heta meydane li ber behrê meşiyen. Di meşê de ku bi peşengtiya Înisyatifa Jinan li heremê hate organizekirin, bi şiyara ‘Em adalete dixwazin’, ‘Em hemû Sakine, Fîdan û Leyla ne’ û ‘Kujer Tirkiye, hevkar Fransa’ ji bo her sê jinen şoreşger adalet hate xwestin. 

Belavokên bi Fransî di nava bajer de hatin belavkirin, astengkirina doza komkujiya Parîsê hate şermezarkirin û bang li Fransayê hate kirin ku rastiyê derxîne holê.

Çalakvanên ‘Existence March’ (Mesa Hebune) Bahar û Saadet ku ji meha Cotmehe 2015’ şûn ve ji bo mafe gele Kurd li ser piyan e û bi hedefa Netewen Yekbuyî li Cenevre, ji Norwecê heta herema Draguignane meşiyan, ji gel re axivin. Di şexsê her sê jinên şoreşger de, banga şopdariya reya wan û bilindkirina têkoşîna demokratik hate kirin. Ji bo berdewama çalakiya wan a li ber Netewen Yekbuyi li Cenevreyê banga destek kirine hatiye kirin. 


CANNES