Çalakiya Kurdan bi qasî 2 saetan berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Kobanê ne film e, ne senaryo ye, li ber çavan e, rastî ye. Êdî nebin temaşevanên vê rastiyê” hate vekirin û ev bang hate kirin: “Li Kobanê drameke mirovahiyê heye. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku dijminên mirovahiyê ne, hemû gelan tehdît dikin. Divê hemû mirovahî li hemberî van çeteyan têbikoşin. Bêdeng nemînin, alîkarî bidin Kurdan û gelên herêmê.”
Sînemavanên li Qesra Mihrîcana Filman a Navneteweyî ya Cannesê ji bo çalakiya Kurdan li çepikan xistin.
CANNES
Li ber Konseya Ewropayê çalakî
Li bajarêFransa Strasbourgê bi dehan endamên Rêxistinen Civakî yên Sivîl, partiyên siyasî û Konseya Ewropayê hatin cem hev û xwestin xwedî li berxwedana Kobanê bê derketin. Serokê delegasyona Fransî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Konseya Ewropayê ya Herêmî (AK-YBYK) Francis Lec, Cîgira Şaredarê Strasbourgê Nawal Rafik, Cigirê Şaredariya Suresnes Jean-Louis Testud û Şaredara berê ya Wêranşarê Leyla Guven tevlî çalakiyê bûn.Li paytexta Ermenistan a Erîvanê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ li Qada Haraparakê, li hev civiyan û dengê xwe bilind kirin.
STARSBOURG/ERÎVAN