
SîneJîn / Ali Güler
Derhêner Andrey Zvyagîntsev ku bi fîlma xwe ya bi navê ‘Nelyubov’ namzetê xelata Palmiyeya Zêrîn e, di fîlma xwe de portreya malbateke ku di nava têkiliyên li sîstema kapîtalîst de asê ma ye, radixe pêş çavan. Encam jî; tekolojî, xapandina hev, nearamî, parçebûn û mirin e. Fîlm bi kurtasî dikare bi van gotinan bê vegotin.
Derhêner Andrey Zvyagintsev, yek ji pêla sînemevanên nifşê nû yê Rusî ye. Wî cara yekem fîlma xwe ya sînemayê sala 2003´yan bi navê “Veger” çêkir. Bi vê fîlmê navê wî belav bû. Paşê, fîlmên bi navê “Surgun”, “Leviathan” çêkirin. Dema îro jî li cihana sînemaya de kesên navê Andrey Zvyagintsev nebihîstine, gelekî kêm in. Wî heta niha “Şêrê Zêrîn” ê Venedîkê, Xelata Cannesê jî di nav de gelek xelatê mezin wergirtine. Andrey Zvyagintsev, îcar jî bi fîlmeke xwe yê din “Nelyubov” tevlî Cannesa 70. dibe û berendamê “Palmiyeya Zêrîn” e.
Mijara vê fîlmê, wek fîlmên Zvyagintsev ên din pirsgirekên civakî ne. Fîlm di nava metrepolek weke Moskovê de behsa jiyana malbeteke Rûs dike. Avahiyên mezin ji betonan, mirovên teslîmê teknolojiyê bûne û têkiliyên ne samîmî û mayîna zarokeke 10 salî di navbera van de. Bi kinasî mijara fîlmê ev e. Fîlm bi muzikeke ne-xweş di nava hewa sar û tarî a Moskovê de dest pê dike. Paşê jî sahneya şerê jin û mêrekî dewam dike. Girînek bê deng di derheqê fîlmê de rê nîşanî me dide. Navê vê zarokê Alyoşa ye. Zilam û pîrek bi hev nakin û jiyana xwe bi hinekên din re dewam dikin.
Zarok dikeve nava fikara bêkesiyê û ji nişkê ve ji holê wenda dibe. Gera polis neçar dibe û laşê wî yê be rih di morga nexwaşxeneyê de tê dîtin. Parçebûn, mirin û jiyaneke dramatîk li pey xwe dihêle. Derhêner weke sebaba van tiştan hemûyan jî teknolojiye dibîne û kaptalîzmê dike hedefa rexneyên xwe. Têkiliya bi telefonên dijîtal, pêşkatina teknolojiyê, wendakirina manewiyatê… Bi pêşkitina kapîtalizmê têkiliyên manewî wenda dibin, malbat belav dibin û jiyana zarokan parçe dibin. Bi rastî jî Andrey Zvyagintsev, tenê van mijaran nayîne ser perdeya spî, di heman demê de rengê wêjeya Sovyetê û sînemaya wê jî vedijîne. Mirov dikare bibêje fîlm ji niha ve namzeteke favorî ya Palmiya Zêrîn e.
‘Okja’ Rastiya Mirando tîne ber çav
Fîlmê din jî bi navê “Okja” ye. Fîlm li Cannesê bûbû mijara nîqaşê, ji ber ku şirketa “Netflix” fîlmên xwe di sînemayan de nîşan nade û şandiye festivala Cannesê. Roja ewil serokê juriyê Pedro Almodovar, nerazibûn nîşan dabû. Fîlm doh jî hat nîşandan û ji terefê rojnemavan û rexnegirên sînemayê ve bi çepik û sloganan hat protestokirin. Ji ber filmê dereng dest pê kir. Li ser vê, rêveberiya festîvalê daxwiyaniyek da û got, ji bo salên pêş, ew ê van tiştan li ber çavan bigirin. Mijara fîlma bi derhêneriya Bong Joon Ho jî rexneya li kapîtalîzmê ye. Zaroka bi navê Mija li çiyayên başûrê Koreyê dijî û berazekî bi navê “Okja” xwedî dike. Lê şirketa bi nav û deng a Mirando tê bi darê zorê “Okja” dibe New Yokê; armanc ew e ku Okjayê tevlî festîvalekê bike û dûre jî bide serjêkirin. Lê Mija dikeve pey berazê xwe û dixawaze wî xilas bike û bînê mala xwe. Di vê rê de komek parazvanên heywanan jî dikevin nava mijarê. Her çiqas xwesteka Mija tenê xilaskirina Okja be jî, mijar berfireh dibe rêxistineke li dijî şirketa Mirando tê avakirin û Okja tê rizgarkirin. Lê mirov nikare vê tiştê ji bo hezaran berazên din bibêje. Çarenûsa wan mirine. Ew wek Okja ne bi şans in.
Derhêner bi fîlma xwe behsa mijareke girîng dike û di şexsê şirketa Mirando de rexneyên dijwar li kapîtalîzmê dike. Wisa xuya ye ku film di dema pêş me de dêbêhtir bê nîqaşkirin. Her çiqas ji ber pirsgireka şirkete Netflixê şanse wê yê Palmiyeya Zêrîn tunebe jî bi rastî film gelek baş e û serketî ye.

aliguler1926@gmail.com