69. Festîvala Fîlman a Cannes a Navneteweyî, ku di destpêkê de ji ber sedemên ewlekariyê nîqaş li ser tevlîbûnê hatibûn kirin, bi beşdariya gelek stêrkên sînemayê dewam dike. Derhênerên weke Woody Allen, Ken Loach, Sean Penn, Pedro Almodorvar di festîvala îsal de derketin pêş.

Ji bilî fîlmê “Ez Danîel Blake” yê Ken Loach, fîlmê “Tonî Erdmann” ê Maren Ade, “Amarîkan Honey” ê Andrea Arnold” û “The Handmaîden” ê Park Chan-Wook bi baldarî hatin temaşekirin.


Îhtîmala “Palmiya Zêrîn” 

Di beşa pêşbirkê de, îsal di nava fîlmên surprîz de fîlma “Tonî Erdmann” a derhênera ciwan a Elman Maren Ade tê nîşandan. Vê fîlmê li Cannesê elaqeyeke mezin dît. Sînemaya Elman ev demeke dirêj e li Cannesê ji xwe re cihekî nabîne. Ade bi “Tonî Erdmann” ev xeleka vê rewşê şikand û sînemaya welatê xwe temsîl dike. Fîlm li ser têkiliya bav û keçekê ye, bi rengekî drama û komedî ev têkilî tê nîşandan. Fîlmê ku noteke baş ji rexnegirên sînemayê wergirt, weke yek ji favoriyên xelata “Palmiya Zêrîn” tê nîşandan.

Tê gotin, bi fîlma xwe ya bi navê “The Handmaîden” derhêner Park Chan-Wook û bi fîlma xwe ya bi navê “American Honey” derhêner Andrea Arnold di festîvala îsal de wê surprîzê bikin.



ALÎ GULER/CANNES