Ji bo çalakiya Dusseldorfê bang
KCD-E’ê daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn kir û bi armanca ku hêzê bidin berxwedana Kobanê û hêzên li hewldana komkujiyê ne Tirkiye û hêzên din protesto bikin bila tevlî mîtînga di 11’ê Cotmehê de li Dusseldorfê pêk tê bibin.
KCD-E’ê di daxuyaniyê de got: “Ji bo piştevaniya Kobanê, şikandina dagirkirina Kobanê û bo pêşîgirtina komkujiyê em li Dusseldorfê bên cem hev. Em hemû Kurdên li Ewropayê, gelên din ên Rojhilata navîn, Elewî, Kedkar, xwendekar, ciwan, jin gazî têkoşînê dikin. Her welatparêz divê hevalê xwe yê Elman jî li gel xwe bîne û divê mezinkirina çalakiyê bê hedefkirin.“
KCD-E her wiha bibîr xist ku di heman rojê de li Parîs, London, Viyana, Marsîlya, Stockholm, Kopenhag, Oslo û Swîsre jî wê çalakî pêk bên.
NAVENDA NÛÇEYAN