Li navçeya Pîran a Amedê û navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 3 leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir, li herêma Zê ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûn.Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “24’ê Nîsanê saet 05:30’î, li navçeya Pîranê ya Amedê hêzên me li dijî leşkerên artêşa  dagirker ên li Qereqola Tirê Tîm çalakiyek pêk anîn. Ji cihekî nêz ve bi çekên ferdî û navîn çalakî hate kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.Di çalakiyê û bomberdûmana piştî çalakiyê de zerar negihişt hêzên me.23’ê Nîsanê saet 13:30’î li dijî leşkerên Tirk ên ên li ser Tepê Sor ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çepereke ku 2 leşker tê de bûn hatin xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Du hevalên me şehîd bûn

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li hin qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;26’ê Nîsanê qada Kunişka ya herêma Zê, 25’ê Nîsanê qada Deşta Kafya ya Garê,  derdora gundê Çemrobotkî yê nehiya Çemankê ya Duhokê, 23’ê Nîsanê êvarê Geliyê Şehîd Ozgur ê herêma Zê hatin bombekirin.23’ê Nîsanê li Zê di êrişê de hevalên me Demhat û Rojhat şehîd bûn.Agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.”

 

ANF/BEHDÎNAN