Gerîlayên HPG’ê li Çelê li karwanekî eskerî xist, 15 eskerên Tirk kuştin. Li Qabilcewzê 2 esker hatin kuştin, 4 kontra jî birîndar bûn. Li Wanê jî gerîlayan kesek ceza kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku hêzên wan “di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 6’ê Hezîranê li ser rêya Colemêrg-Çelê” çalakiyeke berfireh kiriye û ev agahî dan: Di yek çalakiyê de 15 esker “Hêzên me saet 21:30’î li qada Kanî Orê ya di navbera Colemêrg û Çelê de, li dijî konvoyeke eskerî ya dagirkeran çalakiyek li dar xist. Hêzên me destpêkê li dijî wesayîteke zirxî ya tîpa Kîrpî ya li nava konvoyê, çalakiya sabotajê kir û wesayît bi temamî rûxand. Ji ber bandora teqînê wesayîtên din ji rê derketin û hêzên me ji cihekî nêz, derb li hemû wesayîtan dan. Di vê çalakiya berfireh de 15 eskerên dijmin hatin kuştin, gelek esker jî birîndar bûn. Dijmin, sibeha 7’ê Hezîranê enqaza wesayitê, termên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakirin.” Li Qabilcewzê 2 esker HPG´ê li ser şerekî li Qabilcewzê jî ev agahî dan: “Artêşa TC a dagirker ev demeke li devera Qabilcewzê ya Êlihê bi desteka yekîneyên veşartî kemînan datîne. Hêzên me 4’ê Hezîranê li derdora gundê Sêbene yekîneyeke veşartî ya dijmin şopand. Piştî demekê, saet 19:30’î ji nêz ve li yekîneya dijmin da. Di encamê de 2 esker hatin kuştin, 4 kontra jî birîdar bûn.” HPG´ê ji bo cezakirina kesê bi navê Mûstafa Guner ê ku bi hêzên delweta Tirk re dixebitî ev agahî da; “Wî karê kontra dikir. 6’ê Hezîranê saet 23’an li qada Geliyê Masîro yê navçeya Elbaka ser bi Wanê, ji aliyê hêzên me ve ew hate cezakirin.” ANF/BEHDÎNAN