
Li Karîkaturîstê girtî Melîh Gurler ji ber ku ji Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk Selehattin Demirtaş re nameyek nivîsandiye 10 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Karîkaturîst Melîh Gurler ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê girtin, ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re nameyeke nivîsand û bi îdîaya ku di nameya xwe de ‘Heqaret li Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kiriye’ ceza lê hate birîn. Doza li ser mijarê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Keskîn pêk hat û dadgehê bi îdîaya ‘Gurler sûc kiriye’, 10 meh cezayê girtîgehê lê birî.
Her wiha 11 TL lêçûnên dadgehê û 1.980 lîre heqê parêzerê Bozdag jî weke ceza li Gurler birî.
NAVENDA NÛÇEYAN