
Doh li Salona Şakir Fetah ya navçeya Çemçemal a ser bi Silêmanî ve, Komela Xwendekarên Kurdistanê bi alîkariya Zanîngeha Çermû, Festîvala Huner û Wêjeyê ji bo xwendekarên zanîngeha Çermû hat lidarxistin.
Têkildarî lidarxistina festîvalê, Serokê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê yê Şaxê Çemçemal Soran Nesredîn diyar kir ku ev festival xizmetkirina ciwanên jîr û kêrhatî dike û got: “Wek karên hunerî û helbestî, pêşbirkek di nav wan kesan de tê kirin ku dixwazin asta jîrbûna xwe bi pîvin. Piştre bi amadebûna kesên pispor û mamostayên zanîngehê helbestên herî baş tên hilbijartin.”
Her wiha Soran Nesredîn da diyar kirin ku beşek din yê festîvalê, pêşkêş kirina hinek kurte filmên ku qala pirsgirêkên civakî û toreyan dike ye û got: “Rexmê hebûna krîza aborî em çalakiyên xwe na rawestînin.”
SILÊMANÎ