Çalakiya ku di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Awropayê hatî amadekirin de li Cenevreyê bi beşdarbûna 150 Jinên Kurd ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, operasyonên qirkirinên siyasî û tevgera îmhakirina artêşa tirk şermezarbikin li Cenevreyê li ber navenda NY’ê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Dinava çalakvanan de heyetek ku ji parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan û endamên saziyan pêk di hatin di çavçoveya tecrîdê de ligel rayedarên NY’ê hevdîtin pêk anîn.
Bi vê boneyê bi heyetê re Rêveberê Daîmî yê NY’ê Awusturalyayê û Berdevkê Mafê Mirovan Johones Stratte hevdîtina kirin û diyar kirin ku em ji nêzde şertên û mercên Ocalan dişûpînîn û em dizanîn rewşa Ocalan çiqasî hesase ji bo gelê Kurd. Stratte da zanîn ku “ Ew pêzanînên ku we dayîn me emê dîsan li ser vê lêkolînê bikin û bigirîn rojeva xwe û çi pêwîst be emê bêxîn dewrê”
CENEVRE