Li bajarê Cereblûsê yê rojhilatê parêzgeha Helebê, polêsên çeteyan yek ji çeteyên El-Cebha El-Şamiyê girtin û ew bi hinceta ku endamekî ji şaneyên veşartî yê çeteyên DAIŞ`ê ye tohmetbar kir. Di encamê de şer di navbera çeteyên artêşa tirk a dagirker de qewimî. Kuştî û birîndar ji herdû aliyan çêbûn lê derbarê hejmara kuştî û birîndaran de hejmareke eseh heta niha nehat eşkerekirin.

Her wiha çete li bajêr bi awayekî zêde belav dibin. Li gorî agahiyan, polêsên çeteyan serçeteyê El-Cebha El-Şamiye Ebu Umer Meskene jî girtine.

 

ANHA/ŞEHBA