Dewleta dagirker a Tirk bi dîroka xwe ya barbar û talanê tê naskirin. Di serdema futuhatên Îslamê de ku li ser pişta hespan di dema xwe ya barbartiyê de bûn, herêma me di serdema xwe ya şaristaniyê de bû. Ji bo karibe li herêmê bi cih bibe, ola Îslamê ji bo xwe weke kirasekî bi kar anî û di bin navê ola Îslamê de dest bi futuhata kir û xwe li herêmê bi cih kir.
Hemû gelên li herêmê di bin navê ol de xapandine û di xizmetê planên xwe yên dagirkerî û desthilatdariyê de bi kar anîne. Ji wê rojê heta niha, hertim bi xeyala împaratorê cîhanê jiya. Di dema Osmaniyan de jî bi heman şêwazî hemû gel xapandine û xistine xizmeta berjewendiyên xwe. Qibris, Lîwa Îskenderûn û başûrê Kurdistanê jî bi vî awayî, lê bicihbûne û êdî nema jê derketine.
Di roja me ya îro de jî dewleta dagirker a Tirk di bin fermandariya Erdogan de dixwaze mîna dema berê li tevahiya herêmê û cîhanê serweriya xwe ava bike. Niha di serê her kesî de pirsek derbas dibe: “Gelo Tirkiye ewqasî bi hêz e ku meydanê ji her kesî dixwaze?” yan jî “bi rastî rewşa wê çi ye?”. Bêguman ne wiha ye. Berovajî wê dewleta Tirkiyê di dema xwe ya herî lawaz de ye. Ji milekî ve Tirkiye ji ber desteka xwe ya bi komên cîhadî re, di politîka xwe ya Sûriyê de bi bin ket. Têkilya xwe ya bi welatên cîran re hat asta sifirê, bi lêdana balafira Rûsya re têkiliya wê bi Rûsya re jî xirab bû, di encama polîtîkaya xwe ya Sûriyê de, mijara Fethulah Gulen û dema destwerdana Iraqê dernexistina tezkereyê bi Emerîkayê re jî têkiliyên wan lawaz û bi guman bû. Ya herî girîng jî di encama têkoşîna gelê me ya li bakurê Kurdistanê de jî her derban dixwe. Dîsa di vê dema berxwedana rêveberiyên xweserî de komkujiyên pêk anîne, wê dixin rewşeke zehmet û tengaviyeke mezin. Herwaha di vê dema dawîn de darbeyeke leşkerî bi serê wê de hat û prestîja Artêşa Tirk hat li sifirê sekinî.
Niha ji bo xwe ji vê rewşê derxînê û mîna dema Osmaniyan dixwaze destwerdana axa Sûriyê bike û li wir asê bimînê. Ji bo wê bi hemû şêwazan tawîzan dide û xwe ji her kesî re pêşkêş dike. Ji Rûsya, Îran heta ji rejîma Baas re ya ku her roj weke dijminê gelê xwe pênase dikir, tawîzan dide û li dijî destketiyên gelên li bakurê Sûriyê ket nava êrîşan. Ev plana bi talûke ku dagirkeriya Tirk xistiye dewrê, dixwaze herêmeke tampon ji Cerablûsê heta Raî bi mesafeya dirêjahiya 90 km û berfirehiya 15 km dikeve hundirê axa bakurê Sûriyê, ava bike. Li ser vê planê hemû dewletên nav birî, li hevdû kirine û di van rojên borî de ji milekî ve rejîma Baas bi alîkariya Îran û Hizbulahê li Hesekê dest bi êrişekê kir. Ji milê din ve dagirkeriya Tirk derbasî Cerablûsê bû. Ji vir plan deşîfre bû, ger li Hesekê bi ser ketana wê paşê jî Qamişlo bigirtana, kantona Cizîrê hemû bigirtana, Tirkiye ji Cerablûs paşê jî Minbic û ber bi Efrînê ve biçûya. Li beramberî wê jî Heleb wê ji Îranê re bima, sînor jî ji Tirkan re. Ji milê din ve jî Tirkan qebûl kiriye grûbên qaşo Artêşa Azad ji derdora Şamê vekişînin bînin Îdlibê ji wir jî li herêmên Şehba bi cih bikirana, li vê herêmê şerekî giran di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û wan grûbên çete de bihata kirin, di encamê de hemû hêz bihatana lawazkirin û bi vî rengî di navbera Rûsya û Emerîka de li ser Sûriyê gîştî li hevdu bikirana û paşê hemû hêzên di şer de westiyane, bikişanda teslîmiyetê.
Bi vî rengî hem dewletên herêmê wê dersa xwe bistanda, hem jî projeya me ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye têk biçûya. Di vê planê de cih dan Kurdên xayîn jî, weke tê zanîn di wê demê de bangî M. Barzanî kirin. Tirkiye jê xwest çeteyên xwe bînê herêma Şehba ku li dijî me bide şerkirin. Li milê din, Îranê bang kir ku ji Mûsilê dûr bikeve dikarê bê Sûriyê. Di encamê de wê her kesî çeteyên xwe di wê herêmê de bi hev re bidana şerkirin, xwe ji wan xilas bikirana. Ji milê din ve dewletên herêmê jî wê di vî şerî de bi westiyana. Yên ku ji vî şerî fêde bibîne hêzên modernîteya kapîtalîst in. Ew ê bi vî rengî plana xwe ya dîzaynkirina herêmê bixin meriyetê.
Ev senaryo û plan niha di dewrê de ye û ji bo wê jî dagirkeriya Tirk serbiserî sînorê Rojava ketiye êrişê û dixwaze axa Rojava dagir bike. Lê beramberî vê planê gelê me di xeta neteweya demokratîk û rastiya gelê şerker de, di nava berxwedaneke bê hempa de ye û tenê bi berxwedanê dikare encamê bigire. Em ê tu carî li benda ku Emerîka weke mutefîkê me yê leşkerî li dijî DAÎŞ’ê nemînin ku piştgiriya me bike û li dijî Tirkiye biparêzê. Lê em ê hemû derfetên xwe yên dîplomatîk û siyasî bixin dewreyê û zextê bikin. Em ê nekevin nava vî şerê bê serûber û mîna hêzeke aktîf li herêmê di her fersendê de herêma xwe rizgar bikin û projeya xwe ya federasyonê zindî bikin.