Şaredariya Bedlîsê, ji bo bajar li bîr û dîroka xwe vegere plan dike ku navê kolanan biguherîne. Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkiran dan xuyakirin ku ew ê navê kesayetên dîrokî yên bi Bedlîsê tên bîranîn, li hin kolanan bikin.

Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkiran, di dema serdana Serokê Baroya Bedlîsê Parêzer Enîs Gul a li Şaredariyê de, li ser mijarê daxuyaniyek dan. Hevşaredaran dan xuyakirin ku ew ji bo bajar li bîr û dîroka xwe vegere ew plan dikin navê kolanan biguherînin.
Olan û Dagkiran diyar kirin ku li gel paşeroja 7 hezar salan a Bedlîsê jî bi zanebûn hewl tê dayîn ev dîrok di tarîtiyê de bê hiştin. Hevşaredaran anî ziman ku bi polîtîkayên taybet û sergirtî tê xwestin bajar ji paşeroja xwe bê qutkirin û gotin, "Di çarçoveya modela rêveberiyê ya me pejirandine de, em dixwazin Bedlîseke hemû çand xwe lê îfade dikin, derxin holê."
Hevşaredaran dan zanîn ku di vê çarçoveyê de, destpêkê wê Kolana Nûr, taxên Kazim Dirik û Şerefiye bên guhertin, her wiha navê rojnamevanê ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin Ferhat Tepe jî bê jîndarkirin.
Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr Dagkiran ragihand ku ew difikirin navê alimê mezin ê Îslamê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî li Kolana Nûrê bikin û got, "Li gel vê yekê her wiha gelê me dixwaze ku navê rojnamevanê me yê ciwan Ferhat Tepe yê ji bo bêdengkirina çapemeniya azad a Kurd ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, bê jîndarkirin."

Divê dîrokê ji nû ve bijî  
Serokê Baroya Bedlîsê parêzer Enîs Gul jî diyar kir ku divê Bedlîs bi dîroka xwe re ji nû ve bijî û anî ziman ku pêwîst e navên yek ji kesayetên destpêkê yê bajêr Kemal Fevzî Beg û Xwediyê Xelata Nobelê Wêjevan William Saroyan ê piştî ji Bedlîsê koçî Amerîkayê kir li Amerîkayê ji dayik bû, li bajarê Bedlîsê bijîn.
Parêzer Gul da xuyakirin ku ji bo navên Kemal Fevzî û Saroyan li Bedlîsê bên jiyîn, weke Serokatiya Baroya Bedlîsê çi wezîfe bikeve ser milê wan, ew amade ne bicih bînin.
Navên ku amadekarî li ser wan tê kirin û tê payîn di 7'ê Tîrmeha 2014'an de ji bo biryardayînê pêşkêşî Civîna Meclîsa Şaredariyê bê kirin ev e: Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, Kemal Fevzî, Şerefxan, William Saroyan û Ferhat Tepe." 

ANF /BEDLÎS