
Li gundewarên Hesekê û herêma Cezaa yên Kantona Cizîrê, di encama çalakiyên YPG’ê de 26 çete hatin kuştin. Çalakiyek li Cezaayê ji aliyê tabûra YPG’ê ku bi temamî ji welatiyên ereb pêk tê ve hate lidarxistin.
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê çalakiyên YPG’ê yên li herêma Hesekê û Cezaa daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Hêzên me şevê din li herêma dikeve navbera Til Temir û gundê Xerîta yê giredayî Hesekê de li hemberî komên çeteyan çalakiyek lidar xistin. Hêzên me komên çeteyan ên li gundê Sêda hedef girtin û li vir tirimpêlek leşkerî ya çeteyan rûxandin. Hêzên me bi şeklekî bi bandor konwoya ku dixwest wekî mûdexele were qadê jî kir hedef. Di encama çalakiyê de 8 endamên çeteyan hatin kuştin. Yek jî çeteyên ku hatine kuştin, serokçeteyê bi navê Salih Xidir Derwêş (Ebu Bîlal) e.
Hêzên me şevê din li hember komên çeteyên ku li herêma dikeve navbera Til Xerîta û Mefreqa Sedîq ên giredayî Hêsekê de xwe bi cih kiribûn çalakiyek lidar xistin. Piştî çalakiyê li qadê pevçunên dijwar hatine jiyankirin. Çeteyên ku dixwestin bi tang û çekên giran mûdexeleyî qadê bikin jî bi şeklekî bandor hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyê de 15 endamên çeteyan hatine kuştin.
Duh li hemberî komên çeteyên ku li gundên Filistîn û Misterîha yên giredayî herêma Cezaa xwe bicih kiribûn, çlaakiyek hatiye lidarxistin. Çalakî ji aliyê Tabura Şehîd Diyap a ku di nava YPG’ de xwe saz kiriyê û bi temamî ji pêkhateya ereb pêk ve hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayîtek leşkerî hat rûxandin û 3 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.”
7 gundên din hatin rizgarkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li Kobanê di 24 saetên dawî de 7 gundên din hatine rizgarkirin û gelek çete hatine kuştin. YPG’ê destnîşan kir ku di van pevçûnan de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî yên Pêngava Azadkirina Kobanê de daxuyaniyek weşand. YPG’ê daxuyand ku berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê. YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG’ê duh li başûre Kobanê li hemberî hin gundên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin operasyonek li dar xistiye û wiha hate gotin: “Di operasyonê de gundên Gablek, Feyad, Bilêk, Qoçlîya Jêrîn, Zinarê Kûl û Xerab Xel hatin hedef girtin. Di encamê de 6 endamên çeteyan hatine kuştin û gundên ku navên van derbas dibin ji çeteyan hatine paqijkirin.”
YPG’ê destnîşan kir ku hêzên YPG’ê ku pêşveçûna xwe li rojhilatê Kobanê berdewam dikin jî gundek din azad kirine û wiha pê de çû: “Di operasyonê de gundê bi navê Mînîsê Kor hatiye rizgarkirin. Hêzên me li gundê Dêrfilît ê ku li heman herêmê ye jî êrîşek lidar xistin û di encamê de 2 endamên çeteyan hatin kuştin. Di operasyonên 24 seatên dawî de 2 şervanên YPG’ê gihîştine şehadetê û 3 şervanên me jî birîndar bûn.”
HESEKÊ/KOBANÊ
Li Şengalê du serçete hatin kuştin
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ragihand ku di çalakî û êrîşên hewayî yên Şengalê de serçeteyên bi navê Ebû Yakup Rabîa û Qasim Muhammed Îbrahîm hatin kuştin.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê derbarê encamên çalakiyên di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de aşkera kir.
HPG/YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “12’ê sibatê saet di navbera 14.00 û 15.00’an de hêzên me yên berxwedanê bi çekên giran, li navenda Şengalê li hemberî noqteyên çeteyan êrîşeke pêk anîne. Di vê çalakiyê de cihên ku çete wek baregeh bi kar tînin hatin derbkirin.12’ê sibatê saet 18.00’an li derdora Taxa Sûka Jêr çeteyan xwestiye êrîşekê pêk bînin. Di vê êrîşa ku hêzên me yên gerîla ferq kirin, çete bi bandor hatine derbkirin, heta saet 22.00’an şevê pevçûn dewam kirine. Li vir bi awayekî zelal 3 çete hatine kuştin, yek ji wan serçeteyê bi navê Ebû Yakup Rabîa ye.”
HPG/YBŞ’ê da xuyakirin ku 12’ê sibatê saet di navbera 20.00 û 21.00’an de hêzên Koalîsyonê bi balafiran noqteyên çeteyan bombebaran kirine û di bombebaranê de serçeteyê bi navê Qasim Muhammed Îbrahîm hatiye kuştin.
ŞENGAL