Xelat weha dibêje; "Ez bixwe besteyên hemû stran û kilamên dibêjim, dinivîsînim. Zêdeyî 20 besteyên min hene. Min besteya xwe ya yekemîn jî li ser hevalê Zerdeşt ê di sala 2006'an de şehîd ket, çêkir. Yekemîn besteya min a bi klîb jî besteya 'Berf Hatiye Rê Girtiye' ya sala 2007'an a li ser hevala Viyan Soran e. Klîba vê besteya min jî hevalê Halîl Dag çê kir. Bi vê wesîleyê hevalê Halîl Dag bibîr tînim."
Huner civakê nîşan dide
Xelat ragihand ku yek ji hêmanên civakê diafirîne çand û hunere û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çand û huner yek ji hêmanên bingehîn ên afirandina civakê ne. Ji bo civakê xwedî wateyeke kûr e. Li gel vê, her civak bi çanda xwe tê nasîn. Yanî çand û huner civakan îşan didin. Civakek beriya her tiştî bi ziman û cografyaya xwe tê naskirin. Dûre jî bi çand û hunera xwe tê nasîn. Civakeke ji çand, huner û ziman bêpar maye, dê ji holê rabe."
Ew şopdarên hunera azad bûn
Xelat der heqê hunera gerîla de ev tişt got: "Eger em îro qala hunera azad dikin, ev bi saya hevalên di vê oxirê de şehîd ketine ye. Ji ber ku wan hem têkoşîna azadiyê meşandin, hem jî kevneşopiya hunera azad dewam kirin. Di vê rê de gelek hevalên me şehîd ketin. Şehîd Sefkan, Hogir, Mizgîn, Sîpan, Argeş, Hozan Serhat û herî dawî hevala me Delîla di têkoşîna Azadiyê de şehîd ketin. Van hevalan li çiyayên azad weke gerîla têkoşîna azadiyê meşand, lê li gel wê bûn şopdarên kevneşopiya hunera azad. Em vê êşa xwe, bi hunera xwe re tînin ziman. Yanî, nêrîn û hestên me bandorê li hunera me dikin."
Sîstem civakê parçe dike
Xelat balê dikşîne ser sîstema kapîtalîst ku çand û hunera civakê parçe kiriye û got, "Di sîstema kapîtalîst de nirx, çand, huner û exlaqa civakê hatine parçekirin. Sîstem civakê dejenere û qir dike. Her wiha têgihiştina hunerê ya sîstemê cuda ye. Têgihiştineke hunerê ya nirxên civakê pûç dike, di nava sîstemê de serdest e. Yanî huner tê metakirin. Bi feraseta qezenç û pere dibe yek. Li hemberî vê têgihiştina me ya hunerê xwe dipêre çand û exlaqa civakê, têgihiştineke ji cewhera civakê ye û civakîbûnê vedibêje. Xelat da xuyakirin ku di tevahiya tevgerên şoreşê de huner weke baskekî şoreşê tevdigere.´
BAHOZ AMED/ANF/BEHDÎNAN