Perwerdeya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a dewreya 18. bi navê Şehîd Arîn Mîrxan li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevlîbûna şagirtan û gelek gerîlayan ve bi pîrozbahiyek bi dawî bû. Di pîrozbahiyê de Endama Kordînasyona KJK’ê Leyla Agirî axivî û da xuyakirin ku, ew di serî de hevalên ku beşdarê vê perwerdeya zimanê Kurdî bûne pîroz dikin û ji hevalan re serketinê dixwazin. 

Leyla Agirî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wekî herkes dizane em di pergalek pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk de ne. Ji bo pêşxistina çanda demokratîk û ziman, ji bo perwerdeya li ser esasê nasnameya azad li her qada jiyanê, ev perwerde ji bo me stratejîk e. Ji bo me girîng e û bi wate ye. Herkes jî baş dizane armanca têkoşîna PKK’ê ya 40 salan ev e.” 

Agirî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li hemberî komkujiyê ya civakê û asîmîlasyonê, ku dewleta li her devera Kurdistanê meşand, me berxwedaneke mezin nîşan dan. Me ji bo pêş ve birina mafê xwe yên zimanî û çandî têkoşînek mezin meşand. Armanca vê têkoşînê jî xwedî derketina li zimanê xwe û çanda xwe ye. Ji ber vê yekê, ev 18 perwerdeyên li vir hatine dayîn hem modernîteya demokratik bi pêş ve xistiye, hem civakê demokratik bi pêş ve xistiye û hem jî kesayeteke azad a demokratîk bi pêş ve xistiye. Ji bo wê jî ev xebatên ku tên kirin girîng e. Di şexsên van hevalên ku beşdarî vê perwerdeyê bûne de em kadroyek înşaya nû hebûnê wê, rihê wê û îddîayê wê em qezenç dikin. Ji bo wê jî em bi bawerin wê ev xebat di asteke bilindtir de dewam bike."

Piştî axaftina Agirî şagirtên tevlî perwerdeyê bûn sertîfîkayên xwe wergirtin û dewre bi pîrozbahiyê ya gerîlayan bi şano, pêşbirk, skêç û herî dawî bi gerandina dîlanê bi dawî kirin.  


 ANF/BEHDÎNAN