Gerîla Şiyar ê di 2010’an de di Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Çelebî de bû yekemîn diyar kir gerîla di mijara wêjeyê de xwedî avantaj e vê awantajê bi van hevokan vegot: “Ji ber di nav şert û mercên awarte de dijî. Ji ber di nav têkoşîneke bêaman de ye her roj bi bûyer û diyardeyên bê hejmar re rû bir û tê.” Gerîla Şiyar têkildarî pêvajoya nivîskariya xwe diyar kir ku gerîla dema nû tevli dibe û di dilê wî de hestên bi hêz bi cih dibin dest bi nivîsandinê dikin û destnîşan kir ku ev rewş ji bo wî jî wisa dest pê kiriye.

Helbet her çend ku jiyana gerîla ne bi temamî şer be jî aliyeke jiyana wê jî şer e û di nav şert û mercên şer de nivîsandin jî gelek zehmet e. Dêrsim bi lêv kir ku di rastiyê de gerîla mirovê zehmetiyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zehmetî ji bo gerîla sedema derxistina hêza karkirinê ye. Her gerîla jî hest û fikre xwe wiha dinivisîne. Ji ber berpirsiyartiyeke dîrokî ya girîng heye.” Dêrsim anî ziman ku di aliyê jiyana gerîla de yek ji faktora herî diyarker rastiya şehadetê ye û wiha pê de çû: “Em ji bo hevalên xwe yên şehîd û têkoşîna di oxira wê de çûne şehadetê dinivîsin. Dîsa ez çîrokên hevalên bi wan re dijîm dinivisînim. Nivîsandina bîranînan wek berpirsiyartiyekê li ser milê me ye.”

Roman û jiyan
Tê gotin ku ji bo mirov karibe romanekê binivisîne pêwîst e mirov destpêkê bibine; jiyanê, mirovan û xwezayê lêkolîn bike. Dêrsim têkildarî vê nêrînê şîroveyeke bi vî rengî kir: “Bêguman ji bo nivîsandina romanê, çavdêrî, hîs, bûyer an jî encamên te li hemberî kes wergirtine pir girîng in. Dema tu dibînî di hundir de derfetên te yên nivîsandinê çêdibin. Lê di nav me de bi giştî tu dikarî hê rehetir bûyeran vebêjî. Tu dikarî rewşa hevalên tu bi wan re dimînî hê rehettir vebêjî. Em hê zêdetir wisa tevdigerin.” Dêrsim têkildarî xelata ku di pêşbirka çîrokan a Huseyîn Çelebî de wergirt jî hestên xwe wiha anî ziman: “Di sala 2010’an de bêyî agahiya min jê hebe ez tevlî pêşbirka Huseyîn Çelebî ya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li Ewropayê li dar dixe bûm.
Min helbest û nivîsandinên xwe kom dikirin û dişandin Ewropayê. Rastiyeke dijmin heye. Ji bo di rewşeke neyênî de ez nivîsên xwe biparêzim min wisa dikir. Bêyî agahiya min du helbestên min şandine pêşbirkê. Helbesta bi navê “Gecemde Golgem/Di Şevê de Siya Min” bû yekemîn. Piştî wê xelatê hevalên li Ewropayê helbestên min dikin pirtûk. Hevalan xelat û pirtûka helbestan anîn cem me Dêrsimê. Ev ji bo min jî bû surprîz. Min xelat û pirtûk bi hev re dît.”

Ji Kastamonû heya Dêrsimê

‘Karadenîz Dag Çocuklarinin Îzlerî/Şopên Zarokên Çiyê Derya Reş’ yek ji pirtûkên gerîla Şiyar Dêrsim e. Dêrsim li ser pirsa çima Derya Reş? Vê bersivê da: “Min di zivistana 2011’an de dest bi vê pirtûkê kir. Di sala 2011’an de gelek hevalên hêja li Derya Reş şehîd ketin. Ji bo xwedîderketina li bîranîna wan hevalan, min dest bi nivîsandina vê pirtûkê kir. Wê salê li Derya Reş di şerê Kastamonuyê de hevalê Mazlum Volkan tenê rizgar bûbû. Hevalê Seyîd Riza şehîd ketibû. Hevalê Mazlum piştî meşeke 88 rojan digihîje Dêrsimê. Em wê zivistanê ligel hev bûn. Tiştên ku wî gotin hebûn. Bi vegotinên wî re min pêdivî dît ez şehîdên Derya Reş vebêjim. Ev pirtûk pirtûka hevalên şehîd e. Ji ber ew hest, bîranîn û hevaltî wan jiyaye. Di wê mijarê de ez tenê navbeynkar im.”
 


SERHÎLDAN AMED / ANF/BEHDÎNAN