DÎCLE ÎTO/ENES YILDIZ / ANF / BEHDÎNAN
Gerîlaya HPG-YJA STAR’ê Pelda Koçer, sala 1996’an li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Xeyinga sê xwişk û birayan e. Sala 2013´an dema çeteyên DAIŞ’ê Êrişî Serêkaniyê dikin, dayik û bavê wê tên kuştin. Paşê, li Pelda zext û şideta herî dijwar tê kirin. Malbat bi darê zorê wê ji Rojava dibe Başûrê Kurdistanê. Pelda zewaca bi darê zorê qebûl nake û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Pelda Koçer dibêje, “Piştî Dayik û bavê min mirin. Di nav malbatê de her tim şer hebû. Ez her tim di nav malê de dihatim girtin. Ez û xwişka xwe em bi çolan diketin. Tenê dapîra min li hember zext û lêdanê helwêsta xwe nîşan dida û alîkarî bi me re dikir û em diparastin.”
Jiyana min xweş bû
Roja ku Xwişka Pelda Koçer jê re dibêje, “Were min rêkek dîtîye, ew rê xwe digihîne heval û çiyayan” hêvî ji nû ve jê re peyde dibe.
Koçer wiha qala jiyana xwe ya neva gerîla dike,”Li nav refên gerîla, jiyana min xweş bû. Di nava PKK’de wate û girîngîya jiyanê heye. Ji nû ve ji dayik bûme. Min di zarokatiya xwe de her tim li govend û dîlana gerîla temaşe dikir. Her çiqas hinek zehmetiyên xwe yê jiyanê hebin jî, jiyana çiyayan cuda ye. Ez niha gelek şam e ku bûme gerîla.”