Komeleya Xweza û Bisikletê ku li Cizîrê ava bûye, ji bo hesasiyeta xwezayê li cem mirovan peyda bibe û bi bikaranîna bisikletê re mirovan nêzî xwezayê bike aktîvîteyan pêk tîne. Mirovên di gelek beşên civakê de li nava van aktîvîteyan li hev dicivin. Komeleya Xweza û Bisikletê ya Cizîrê 20’ê Nîsana 2017’an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ava bû. Ji wê rojê ve bi aktîvîteyên cihêreng karê xwe didomîne. Armanca komeleyê ew e ku mirovan û xwezayê hîn bêhtir bigihîne hev û ciwanan ji qehweyan rizgar bike, xweza û bisikletê bi wan bide hezkirin. Her wiha dixwaze jinên li herêmê jî tevlî aktîvîteyên xwe bike.
Endamên komeleyê diyar dikin ku ji bo dîtina deverên dîrokî û turîstîk ên Cizîrê û herêmê, her wiha ji bo jiyaneke xweş ji bilî bisikletê alternatîfeke baştir nîne û bang li her kesî dikin ku tevlî wan bibin.
Weke kêfxweşiyeke zarokatiyê ma
Ji endamên damezrîner ên komeleyê Yûnûs Das jî got:”Em dixwazin li bajêr çandeke bisikletê ava bikin. Ji ber ku bisiklet ji bo gelek ji me tenê weke kêfxweşiyeke zarokatiyê ma. Emrê mirovan, kar û rola mirovan a li nava civakê bûn sedem ku em dest ji bisikletê berdin. Lê em dixwazin bisikletê ji nû ve bi rengekî herî aktîf bi kar bînin.”
Tiştekî gelekî xweş e
Endama komeleyê Ayşe Bakirci jî got;”Piştî ez bûm endama komeleyê min dest bi ajotina bisikletê kir. Dema ez zarokbûm min dikarîbû bisikletê biajom lê dema mezin bûm malbata min ji min re got ‘Tu êdî mezin bûye, ajotina bisikletê şerm e’ û nehişt ez biajom. Bisiklet di nava civakê de veguheriye tabûyekê. Ez gelekî kêfxweşim ku bisikletê diajom. Bisiklet ne şerm e, tiştekî gelekî xweş e.”
Dostê xwezayê ye
Endama komeleyê Asya Altintaş jî got, “Jin û xweza yek in, lewma em çima bisikletê bi kar nînin ku dostê xwezayê ye?”
ANF/ŞIRNEX